Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin 2024-09-30 15:26:14   AYDIN - Li Aydinê di wesayîta çawişê pispor D.Y. de tiryak, çekên bêrûxset, plaka û nasnameyên sexte hatin dîtin û hate binçavkirin.    Wesayîta çawişê pispor D.Y. ku li Şirnexê peywira xwe dike, li xaçerêya pîşesaziyê ya berê ya navçeya Efeler a Aydinê di encama şopandina teknîkî de hate sekinandin.  Di wesayîtê de lêgerîn hate kirin. Di lêgerînê de çekên bêrûxset, tiryak, kamuflaja leşkerî û nasname û plakayên sexte hatin dîtin. Hat zanîn ku D.Y. li cihê bûyerê hate binçavkirin.    Li gorî agahiyên ketin ber destê me; endamên malbata D.Y. jî di demên berê de ji ber heman sûcan hatine binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatine berdan.