Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin 2024-10-01 09:08:24 RIHA - Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên kurdî bikin.”  Li Amedê roja 24’ê îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de bi ser avahiyên saziyên ziman de hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên malan de 30 rêveber û mamosteyên saziyên zimanê kurdî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, dozgeriyê û dadgeriyê 29 kes hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    'WÊ KURD BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’    Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya li Rihayê xebatên xwe bi rê ve dibe Samî Tan nerazîbûn nîşanî zextên li ser sazî û mamosteyên zimanê kurdî da.    Tan diyar kir ku êrişa li ser komeleya MED-DER’ê hat kirin ne rewa ye û got: “Ez girtina mamoste Rifat Ronî şermezar dikim. Ez û mamosta Rifat me salan bi hev re xebatê kurdî kir. Di dema KURDÎ-DER’ê de em bi hev re bûn. Xebatê tevgera ziman de me bi hev re xebat kiriye. Herî dawî jî komîsyona çand û ziman a DEM Partiyê em bi hev re dixebitîn. Ev zihnyet dixwaze xebatê zimanê kurdî terorîze bikin. Ji bo însan jê birevin û nekevin nav wan xebatan vêya dikin. Bila bizanibin gelê kurd gavekî jî bi paş ve navêje. Dema gelê kurd gavekî bi paş ve biavêje xwe înkar dike, hebûna xwe înkar dike, xwekujiyê dike. Divê dev ji xwebûna xwe berde. Dema dev ji xwebûna xwe berde wê demê ew jî tine dibe. Dikarin gelek hinceta bibînin. Dikarin hincetên xeyalî çêkin, ev pir hatiye bikaranîn û ceribandin.”     ‘KONSEPTEK NÛ LI SER ZIMAN HATIYE DESTPÊKIRIN’    Tan destnîşan kir ku di demên dawî de li ser zimanê kurdî konsepteke nû hatiye destpêkirin û wiha domand: “Ji ber ku ew jî dizanin têkoşîna herî rewa li ser rûyê cîhanê têkoşîna parastina çand û ziman e. Ew bi xwe jî gelek cara dibêjin ‘Mafê ziman wekî şîrê dayîkê helale’. Ev rastiyek e. Tu kes nikare vê înkar bike. Ewilî nivîsên trafîkê ‘Pêşî Peya’ û ‘Hêdî’ bi awayekî korsanwarî jê hatin birin. Ev zîhniyetek bi hêsanî neguhere ye. Em dikarin bêjin ev zîhniyeteke kevneperest, paşverû ye û di vê sed salê de ti kes nikare wê zîhniyetê biparêz e. Êdî pirr çandî, zimanî tiştek herî rewa û mirovî ye. Divê her însanê xwedî rûmet vê têkoşînê bi parêz e.”    QIRKIRINA LI SER ZIMANÊ KURDÎ   Tan bal kişand ser qirkirinên li dijî zimanê kurdî pêk hatine û wiha axivî: “Li ser zimanê kurdî li 4 parçeyan, bi gelemperî li Rojhilat û Bakur; Qirqirina Spî hatiye meşandin. Hê jî ev Qirqirin bi polîtîkayê cur bi cur tê meşandin. Li dijî kurdî polîtîkayên tên meşandin jenosîd e. Ev tespîteke navneteweyî ye. Li dijî vê qirkirinê divê kurd plansaziyekê gelêrî derbixin holê. Saziyên siyasî û demokratîk divê wekî aktorê ziman tevbigerin û pêşengiya vê xebatê bikin. Divê plansaziyeke wan li ser ziman hebe. Divê gel rakin ser pêyan. Divê gel bixin nav tevgerê. Ne tenê mitîng û meş, divê mal bi mal rêxistinbûyîn were kirin. Çarenûsa zimanekî axaftina bi wî zimanî diyar dikin. Eger axêverê wî zimanî dev ji zimanê xwe bernede, ti hêz nikare wî zimanî ji holê rake. Ji ber wê jî divê em helwesta kurdan li hemberî zimêne wan biguherenîn. Îro helwesta kurdan helwesteke pir ne baş e. Di warê ziman da em vê dibêjin. Di warê siyasî û yên din de gelek bedel hatin dayîn û hê jî tên dayîn. Lê di warê ziman de sariyek heye. Asîmîlasyon hatiye qebûlkirin. Êdî bi destê malbatan ev tê meşandin. Dema kesê ku diaxivin çiqas jê ciwan bin temenê wî zimanê jî hê zêdetir dirêj dibe. Tenê kesê temen mezin biaxivin ew ziman jî wê bi wan re here gorê. Ji bo wê divê nifşên nû bi zimanê xwe mezin bibin. Îro derfet ji berê gelek zêdetirin. Li ser tora medyayê derfet hene. Zarok TV heye, divê qanaleke din de perwerdeya akademîk were dayîn. Divê malbat ji lê xwedî derkevin. Malbat dikarin bi helwesta xwe pergala bişaftinê pûç bikin. Dewlet bibîne ku daxwazên wê naçe serî, wê helwesta xwe biguherîne. Divê em hêviya ku zimanê me winda dibe, nedin wan.”     BELGE Û HELWESTA ZIMAN A DEM PARTIYÊ   Tan belge û helwesta ziman a DEM Partiyê ya beriya hilbijartinê li ser gora Ehmedê Xanî eşkere kir bi bîr xist û wiha got: “Divê li vê belgeyê xwedî derkevin û bicîh bînin. Divê şaredarî di asteya midûrîyet û daîreyên çand û ziman ava bikin. Divê kesên li ser ziman xebitîne û dixebitin, werin îstîhdamkirin. Divê di warê ziman de şaredarî xebatan bikin. Tenê daliqandina tabelayên kurdî ne bes in. Divê şaredarî pêşî xebatkarê xwe perwerde bikin, piştre gel perwerde bikin. Divê kursên zimanê kurdî werin vekirin. Wezîrê Karê Hundir dibêje 'Zimanê Yunus Emre jî yê me ye, zimanê Feqîyê Teyran jî yê me ye’. Lê ev ne rast e. AKP pîştî hilbijartina herêmî winda kir, niha jî polîtîkayên dimeşîne û yên Ergenekonê, MHP û dewleta kûr dimeşîne. Ev polîtîka naçin serî. Divê em gavekî jî bi paş ve neavêjin. Wê demê wê gel ji tev li bibe. Gel ji sedî 90 perwerdeya bi zimanê xwe dixwaze. Lê nizanin. Divê em gel hişmend bikin ku ev daxwaza perwerdehiya ziman were cih.”    BANGA SEFERBERIYA KURDÎ   Tan banga seferberiya ji bo xebatên kurdî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ciwanê me tev li xebatan bibin. Ne tenê ziman hîn bibin, li ser wêjeyê xebatan bikin. Banga me li ciwanan e. Bila her kes were tev li xebatan bibe. Bi me tenê nabe. Li Riha me Komaleya Çand û Ziman ava kir. Kesê dixwazin li ser medya civakî dikarin xwe bigihînin me. Divê em meseleya ziman her dem di rojevê de bigirin. Xebatên biçûk bin jî domdarî be wê bi ser bikevin. Pêwîstiya me bi plansaziyeke ziman a domdarî heye. Di vî alî de jî alîkariya me bi saziyên sivîl, demokratîk, partiyên me yên siyasî heye. Taybetî banga me ji bo wan hemûyan e.”    MA / Emrullah Acar