Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe 2024-10-01 09:13:30   WAN - Bavê Rojîn Kabaîş, Adem Kabaîş got ku heke ji windabûna keça xwe zû bihatina agahdarkirin dê rewş cuda bûya. Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û xwest her kes xwedî li Kabaîş derkeve û ji bo dîtina wê seferber bibe.    Ji xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş 5 roj in tu agahî nayên girtin. Kabaîş, li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî dima û di şeva 27’ê îlonê de piştî şîvê ji wargehê derket û êdî careke din agahî jê nehatin girtin. Kabaîş, herî dawî li ser telefonê bi dayika xwe re diaxive û jê re dibêje ku dê biçe marketê û piştre vegere wargehê. Kabaîş, herî dawî diçe ber perava Gola Wanê û êdî agahî jê nayên girtin.    Telefon, berguh, cuzdan, av û kek a Kabaîşê ji aliyê xwendekaran ve li rex peravê hatin dîtin û xwendekaran tiştên Kabaîşê teslîmî rêveberiya wargehê kir. Li ser vê yekê rêveberiya wargehê agahî dan tîmên ewlekariyê û malbatê. Lê malbata Kabaîş ji ber ku di dema xwe de nehatine agahdarkirin, giliyê rayedarên wargehê kir. Malbata da zanîn ku 18 piştî windabûnê ji rewşa keça xwe hatine agahdarkirin.     ROJÎN HÊJ 3 ROJ BÛ HATIYE WANÊ   Bavê Kabaîşê, Adem Kabaîş têkildarî bûyerê axivî. Kabaîş, da zanîn ku keça wî zanîngeh îsal qezenc kiriye û di 25’ê îlonê de bi keça xwe re hatiye Wanê. Kabaîş, diyar kir ku 2 roj piştre agahiya windabûna keça wî jê re hatiye û ev tişt anî ziman: “Rojek piştre roja şemiyê wargeh li min geriya û gotin ku keça te şev nehatiye wargehê. Ji min pirsîn ka agahiya min ji keça min heye yan na. Min jî bertek nîşan da. Ji ber ku piştî 17-18 saetan ji rewşê agahdar kirin. Di vê mijarê de wargeh sûcdar e û min giliyê wan kir. Heke em û polîs zû bihatina agahdarkirin, belkî rewş niha baştir bûya.”    ‘PÊŞKETIN NÎNE’   Bi domdarî Kabaîş destnîşan kir ku piştî agahiyê li keça xwe geriyaye û wiha got: “Telefonê lê dida lê kesekî bersiv nedida. Piştre hatim vir. Der heqê lêgerînan de jî tu agahiyên nû nînin, pêşketinek nîne. Lêgerîn didome lê aqûbeta keça min hêj nediyar e. Ez ji temamiya gel rica dikim ku bila baldar bin û li ku derê çi bibînin me agahdar bikin.”   ‘TIRKIYE JI BO JINAN CIHEKÎ EWLE NÎNE’   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz jî derheqê windabûna jinan de axivî. Mînaz, diyar kir ku windabûn û qetilkirina jinan asta herî jor a rizîna civakê ye. Mînaz, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet û tundiya bi destê polîsan li Kurdistanê tê kirin sedema vê rizînê ye. Mînaz, wiha domand: “Ev welat ji bo jinan welatekî bi ewle nîne û bûye welatekî krimînal. Ev jî hevkariya desthilat û pergalê nîşan dide. Em jin di tu beşên civakê de xwe bi ewle hîs nakin.”   Mînaz, bal kişand ser windabûna Kabaîş û wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi bi malbata Rojîn Kabaîş re hatin vir. Ji têketina zanîngehê heta vir gelek cihên ewlekariyê hene. Di ciheke wisa da jî jinek winda dibe. Ev jî tê wê wateyê ku cihên herî stare jî ji bo jinan gelek bêewle nînin. Divê hesasiyeta civakê ji bo tiştên wisa çêbibe û platformên ku li dijî tundiya li ser jinê disekinin bikevin di nava tevgerê de.”   ‘JI BO DÎTINA ROJÎNÊ DIVÊ HERKES SEFERBER BIBE’   Mînaz, bal kişand ser xebata lêgerînê yên ji bo Kabaîş hatine destpêkirin û got ku xebatên lêgerînê gelek kêm in. Mînaz, diyar kir ku li hemberî wan hêzek ku naxwazin ew bikevin di nava zanîngehê de, naxwazin ew bangawaziyekê ji bo bûyerên wiha civakî bikin heye. Mînaz, bi domdarî ev tişt anîn ziman: “Windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û divê hemû hêz ji bo dîtina vê jinê seferber bibin. Em dixwazin ku herkes nasnameyên xwe dane aliyekê da ku Rojîn bê dîtin û teslîmî malbatê bê kirin. Ev tiştên ku min behs kirî, encamên weke Gulistan Doku, Fîrdevs Babat, Îpek Er hwd. bi xwe re anîne. Malbat, pergal hwd. hemû qad ji bo jiyana jinê gelek krîmînal in.”   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ROJÎNÊ DERKEVE’    Bi domdarî Mînaz da zanîn ku ew weke TJA, Platforma Jinan a Wanê û gelek saziyên din ên jinan tev li xebatên lêgerînê bûne. Mînaz, bi lêv kir ku ew dixwazin nîşan bidin ka piştgirî û hêza jinê çiqas xurt e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêvî dikim di demeke kin de em agahiyekê ji Rojînê bigirin. Ji bo dîtina Rojînê divê xebateke micid bê meşandin. Em weke hêzên jinan li ku derê dibe bila bibê dê li hemberî tundiya li ser jinê bin. Lê belê jinên li Tirkiyeyê û yên li Kurdistanê ne wekî hev in. Ji ber ku li Kurdistanê tundiya unîformayiyan pir zêde ye. Divê saziyên jinan ên li Kurdistanê bêhtir xurt bibin. Divê herkes weke ku zarokeke wan windabûye xwedî li Rojînê derbikeve.”   MA / Bazîd Evren