Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir 2024-10-01 13:35:44   MÊRDÎN - Şerîf Mesûtgolû yê ji doza kuştina qeymeqam Fatîh Safiturk girtî ye û serlêdana wî ya darizandina ji nû ve hatibû redkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.    Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammed Fatîh Safiturk di sala 2016’an de wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin. Qeymeqam di 10’ê mijdara 2016’an de di encama teqandina bombeya li meqamê wî hatibû bicihkirin de miribû. Şerîf Mesûtoglû ji doza kuştina qeymeqam hatibû darizandin û ceza lê hatibû birîn. Mesûtoglû li dijî cezayê lê hatiye birîn dest bi greva birçîbûnê kir.    Mesûtoglû çend roj berê ji dosyeya ceza lê hatiye birîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê serlêdana “darizandina ji nû ve” kiribû. Dadgehê serlêdana Mesûtoglû red kiribû. Mesûtoglû li ser vê yekê li Girtîgeha Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Sîncanê bi daxwaza “darizandina adilane” dest bi greva birçîbûnê kir.    Mesûtoglû bi rêya malbata xwe peyam şand û diyar kiriye ku heta daxwaza wî bê qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne.