Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome 2024-10-02 15:06:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku kedkarên cemaweriyê bi daxwaza ‘di bacê de edalet’ dane destpêkirin di hefteya 30’emîn de li gelek bajaran berdewam kir.    Çalakiyên ku ji bo bacên xebatkarên cemaweriyê bi awayekî adil bên sererastkirin bi daxwaza “di bacê de edalet” hatine destpêkirin didomin. Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yên Amedê û Odeya Bijîjkan a Amedê di hefteya 30’emîn de li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyubiyê hatin bahev.    Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Amedê Muhammet Can nelirêtiyên di rapora kontrolê ya Wezareta Tenduristiyê ya aydê sala 2023’yan xwend. Can diyar kir ku de çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: “Em ji sedî 35 birîna bacê qebûl nakin. Li dijî pêkanîna bacê ya bêedalet û newekhev em daxwaza xwe ya bi şertê ku her meh sabît bimîne herî zêde bibe ji sedî 15 dubare dikin.    TÊKOŞÎNA ME DÊ BERDEWAM BIKE    Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Mehmet Şerîf Demîr jî diyar kir ku 30 hefte ne çalakiya xwe berdewam dikin û bertek nîşanî Wezareta Tenduristiyê ya ku têkildarî çalakiya wan tu daxuyanî nedane da. Demîr wiha domand: “Bi bacên her meh zêde dibin re em xizan dibin û em nikarin heqê keda xwe bistînin. Em weke her roj îro jî xebûl nakin ku di van şert û mercan de biaxivin û heta mafên tenduristvanan bên dayîn jî em ê têbikoşin. Em bi Wezîrekî Tenduristiyê yê bi hejmara zêde ya nexweşan pesnê xwe dide re rû bi rû ne. Ez ji vir careke din bang li Wezareta Dadê dikim; Em xizmeteke tenduristiyê ya wekhev, baş û bi zimanê dayikê dixwazin. Heta ku ev pêk were em ê têbikoşin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên hatin berzkirin re bi dawî bû.    ÊLIH     Şaxa SES’ê ya Êlihê û Odeya Bijîjkan a Êlihê jî li avahiya Şaxa SES’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Xebatkarên hekîmtiya malbatê di bacê de edaletê dixwazin” hate vekirin de Hevserokê Şaxa SES’a Êlihê Cîhan Tuzun axivî û wiha got: “Ji bo mafên tenduristiyê yên civakê û mafên xebatkarên tenduristiyê em ê têkoşîna xwe ya didomînin berdewam bikin. Em banga xwe ya piştgiriyê ya ji vê têkoşînê re li her beşa civakê dikin.”   EDENE Û ANTALYA     Endam û rêveberên Odeya Bijîjkan a Edeneyê û rêveberên SES’ê daxwazên xwe yên di bacê de edalet bi daxuyaniya li ber Nexweşxaneya Nexweşî û Tenduristiya Ruh a Dr Ekrem Tok a Edeneyê dan re dubare kirin. Serokê Odeya Bijîjkan a Edeneyê Uzm. Dr. Ozden Polatoz diyar kir ku têkoşîna wan ji bo ku di bacê de edalet pêk bê ye û wiha got: “Heta ku xizanî ji holê neyê rakirin civak nikare bi tendurist be. Têkoşîna me ya li dijî xizaniyê berpirsyariya me ya pîşeyî ye.”   Di heman çarçoveyê de çalakiya li Antalyayê hatiye destpêkirin jî di hefteya 30’emîn de berdewam kir.