ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin 2024-10-02 16:32:03 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday bi eşkereyî terkî mirinê hate kirin û wiha got: “Mafê Kuday ê xatirxwestinê jî hate binpêkirin.” Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî Abdulkadîr Kuday ku yek ji girtiyên nexweş bû û li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da, li avahiya şaxê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Gelek parastvanên mafan jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” hate hilgirtin.    ‘MAFÊ XATIRXWESTINÊ’   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran di daxuyaniyê de axivî û got ku ew bihêrs in. Onaran, anî ziman ku qet nebe diviya Kuday di çarçoveya “Mafê xatirxwestinê” de bi malbata xwe re bûya û wiha domand: “Em dizanin ku girtiyên di beşa lênêrîna awarte de jî destkelemçekirî ne. Ev yek binpêkirina maf e. Heta mafê xatirxwestinê anku kêliyên dawî bi malbata xwe re derbas bikin jî ji dest tê girtin. Bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Tekane sedema astengkirina tehliyeya girtiyan, cezayê muebbeta giran e. Em vê qebûl nakin.”    Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn jî destnîşan kir ku demekî dirêj bû rewşa Kuday dişopandin û ev tişt anî ziman: “Sedema neberdana Kuday, cezayê wî yê muebbeda giran bû. Lê belê em dizanin ku hinek girtî bi rêya efûya serokkomar hatine beran. Tehliyeya girtiyên ku nikarin bi qanûnan jiyana xwe bidomînin, terkî efûya serokkomar kirine. Lewma jî bi eşkereyî terkî mirinê tên kirin.”