Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî 2024-10-03 09:00:52 STENBOL - Hevala têkoşînê ya Nagîhan Akarselê Necîbe Karadag a ku dê li cihê ku hevdu bidîtana dengê çekê bihîstiye wiha got: “Nagihan xewna hemû jinên bedêldayî pêk dianî, lewma jin xwedî li têkoşîna wê derketin.” Têkoşîna endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê cotmeha 2022’yan li bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê ya Federe hatiye qetilkirin, hevalên wê didomînin. Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd a ku Nagîhan Akarselê xebatên wê dida meşandin, di 24’ê hezîrana 2023’an de hate vekirin. Em bi yek ji hevalên Akarselê ya ku xebata wê temam kiriye, endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Karadag re axivîn.   NASÎNA NAGIHANÊ   Karadag destnîşan kir ku ew dema sala 2018’an xebatên jineolojiyiyê dida meşandin li Hêrama Federe ya Kurdistanê Akarselê nas kiriye û derbarê wan rojan de wiha axivî: “Me li bajarê Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li wir cihên arkeolojîk û dîrokî yên çanda Til Xelefê hebûn, xebat didan meşandin. Ji ber Til Xelef li Kurdistanê deverek bû û projeya li vê derê ji bo me hemûyan gelek girîng bû. Anku çanda me ya beriya sed salan ji vir hatiye dizîn, li Muzaya Pergamon a li bajarê Berlîna Elmanyayê biqîmet dibû. Wek kurd, hewce bû ku em li ser van bingehan nîqaşan bikin. Nagîhan Akarsel di vê hêlê de lêkolînvanekî xurt bû, lewma pir berçav bû. Derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş û hûrbûnên wê yên xurt hebûn. Di vê hêlê de ji bo projeya me çavkaniyekî girîng bû. Beriya salan çanda me ji vê derê dizîne. Diviya me çîroka çar aliyê Kurdistanê vegotana. Lêhurbûnekî mezin a hevala Nagîhan a ‘Gelo em ê çawa karibin çand û dîroka xwe ji nû ve binivîsin?’ hebû. Ji bo min nasînekî pir hêja bû û naskirina min a wê bi vî awayî bû.”    ‘XEBATÊN WÊ ACIZ KIRIN’   Karadag bi bîr xist ew di sala 2019’an de li Herêma Kurdistanê ya Federe careke din bi Akarselê re rastî hev hatiye, derbarê wan rojan de wiha axivî: “Derbarê projeya Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê de analîzên me çêbûn. Di sala 2021’an de li Herêma Kurdistanê ya Federe xebatekî bipergal a jineolojiyê tunebû lê bêlê derbarê çawaniya xebatên civaknasî de xebatên me yên sehayê hebûn. Me dixwest em derbarê vê mijarê de hin daneyan bidin ber hev. Me di vê hêlê de komxebatên jineolojiyê li dar xistin. Em nêzîkî mehekî bi ser vê mijarê xebitîn û me çavkaniyên girîng bi dest xistin. Herwiha komkirina van çavkaniyan gelek girîng bû. Nagîhan di vê mijarê de xebatekî pir hêja bi pêş xist. Xwe gihand çavkaniyên cuda û van da ber hev. Ev xebatên Nagîhan Akarselê di vê hêlê de dagirkeran aciz kir.”   LÊHURBÛNA ‘AZADIYA JINÊ’   Karadag diyar kir ku derveyî xebatên dîrokî, arkeolojîk û civaknasiyê, Akarselê xwe gihand çavkaniyên gelek hêjê ên analîzkirina civakê û da zanîn ku Akarsel plansaziya serdana herêma Germiyan, Şikefta Zerze ya Kurdistana Federe û Hewremanê dikir. Karadag bilêv kir ku ew ji sala 2021’an heya sala 2022’yan bi Nagîhanê re xebat dane meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Herêma Federe, êşên giran kişandin. Taybetî ji piştî salên 1990’î hezaran jin hatin qetilkirin, hezarên wan hatin şewitandin. Ji bo Nagîhan Akarselê ev pirsgirêkên mezin bûn. Akarsel gelek caran rapirsîna pirsên ‘Gelo jin çima xwe dişewitînin? Çima xwe dikujin?’ dikir. Di vê mijarê de tim di nava lêgerînan de bû. Ev yek wê gelek xemgîn dikir. Li gorî wê jinên li Kurdistana Federe xwedî hêzekî mezin bûn û diviya ev hêz arasteyî azadiyê bihata kirin. Li gorî wê ev yek jî dê bi tenê rêxistinkirinê pêkan bûya.” Karadag bal kişand ser taybetmendiyên Akarselê yên kesayetî û da zanîn ku Akarsel bi baldarî kesên diaxaft guhdar dikir û ev yek jî ser kesên diaxaftin bandorekî taybet dida avakirin. Karadag got ku ew bi her kesî re suhbet dikir û wiha pê de çû: “Teqez hal û rewşa wan dipirsî. Taybetî jî bi baldarî guhdarkirina kesan a Akarselê ji min re pir balkêş dihat. Ji ber ku dixwest jinan fêm bike. Ji bo wê wate, herêkbariya têkiliyê avakirin bû. Li herêmê hilweşandina zilamsalariyê û li şûna wê avakirina feraseta jina azad, ne hêsan bû. Lê belê hevala Nagîhan bi şêwaza xwe ya danîna têkiliyê, vê yekê pêk dianî. Di hêla rêbertiya civakê kirinê de rol û ristê nîşanî jinan dida.”    EVÎNA NIVÎSÎNÊ   Karadag anî ziman ku Akarsel tim bi plasazî, di karê xwe tim micid bû û heya bi ser bikefta, dest ji têkoşîna xwe bernedida û axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku yekî xwedî plansazî bû tim wiha digot, ‘Plansaziyên me bi xwe hene lê belê ev der Rojhilata Navîn e, dibe ku her kêliyê ev plansazî biguherin. Pêşdîtina wê xurt, evîna wê ya nivîsandinê gelek mezin bû. Herwiha xwendinê jî pir hez dikir. Pênûsa wê xurt bû. Şêwaza wê pir helbestkî bû. Zana bû û dizanî hestên xwe li hev bîne. Di pirtûka xwe de nivîsandibû ku ‘Zanista jineolojiyê, mejî bi dil re girêdan e’. Her roj teqez pirtûk dixwend û bi kesên derdorê xwe re van xwendinên xwe parve dikir. Tenê parve nedikir, bi parvekirinê difikirî ku gelê dê çawa were dewlemendkirin jî.”   HEVDÎTINA DAWÎ   Karadag got ku ew demekî pirs nêz ê beriya qetilkirinê bi Akarselê re hatiye li cem hev û wiha qala hevdîtina xwe ya dawî kir: “Çend roj beriya were qetilkirin me hevdû dît. Di vê hevdîtinê bi kûrahî qala bîranînên xwe kir. Tabetî jî dema di girtîgehê de maye, behsa hevalên xwe û bîranên xwe kirin. Bîranînên xwe yên bi dayika xwe re parve kir û ev li ser min gelek bandor kir. Dayika Nagîhanê jê re gotiye dema ji girtigehê derdikeve bila were ba wê. Ew jî bi dayika xwe re, ‘Li gund qet dar nîn in, ez ê bêyî dar û şînkahî li gund çi bikin?’ gotiye. Bi ser vê yekê dayika wê li her çar aliyê malê şitlên daran danîne. Ji ber hestiyariya partiyê ya ekolojiyê dizanî, xebatên wê yên bi vî awayî li gund hebûn. Dîsa derbarê xebatên xwe yên ekolojiyê yên li Efrînê de jî bi berfirehî axivî. Dixwest her tiştekî bi hemû hurgiliyên xwe ve vebêje. Min jî wê demê jê re wiha got, ‘Gelo te çima her tiştekî ewqas dirêj û kûr vegot, te tu caran ewqas dirêj nedikir.’ Ew jî bi ken wiha got: ‘Ev yek ji bo min pir girîng in, ji dilê min hat, lewma min xwest bi te re parve bikin.’ Piştre digot ‘Divê em ser têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.’ Gelek caran digot divê em kursên jineolojiyê bi pêş bixin. Çend roj piştî van nîqaşan şehît ket.”   ‘DEMA MIRIM DIXWAZIM BIBIN PEPÛLE’   Karadag destnîşan kir ku Akarsel her tim li hemberî xweza û ajalan hestiyan bû û ev tişt gotin: “Carekê çûbû li Herêma Yaresanê. Li wê derê wênesaz Salar Mecît ji Nagîhanê xwest kû jê re nîgarekî xêz bike. Hevala Nagîhanê jî jê re wiha got, ‘Ji min re nîgarekî ku tê de pepûle hene xêz bike, dema mirim dixwazim bibim pepûle.’ Dema hatiye şehîdkirin, maseyekî wêneyên wê û zana li ser bûn hebû. Wê demê bi rastî jî bi baskên xwe yên rengorengo, pepûleyekî mezin a ku min heya wê rojê nedîtiye daket ser maseyê. Heya ku ji bo wêneyê wê bikêşe, me bang li hevalê nûçegihan kir, pepûle firiya. Dema pepûle firiya, ew suhbeta ku me bi ser pepûleyan kiribû hate bîra min û ez pir bandor bûm.   ‘JIN TÊKOŞÎNA WÊ DEWR GIRTIN’   Xeyal û armancên Nagîhanê ji hêla jinan ve hatin pêkanîn û jinan têkoşîna wê dewr girtin. Qetilkirin ne tenê li Herêma Federe, li tevahiya Kurdistanê bû sedema hêrsekî mezin a jinan. Ev êriş ji bo tunekirina bîra Nagîhan li Herêma Federe ava kiribû were tunekirin, hate pêkanîn. Ji ber ji bo hemû jinên li Kurdistanê projeyekî girîng bû. Ew xewna gelek akademîsyen, nivîskar, siyasetmevan, li gel gelek pêşmergeyên jin, xeyalên jinên di jiyana xwe de bedêldayî, pêk dianî. Bi van jinan re ket têkiliyê û wan tev li projeyê kir. Lewma qetilkirina wê ser wan jinan jî gelek bandor kir. Mirina Nagîhanê têkeoşîna jinên li Kurdistana Federe xurt kir. Jin xwedî li çand û bîra xwe derketin û projeya jineolojiyê temam kirin.”    NEKARÎ BIÇE LI CIHÊ HEVDÎNÊ    Karadag bi bîr xist ku roja hatiye qetilkirin,ew  ji bo hev bibînin randewuyê dabûn hev ev tişt gotin: “Rojekî beriya hevdîtinê em bi Nagîhanê re bi ser telefonê axivîn û ji bo roja paştir hev bibînin, me soz da hev. Herwiha min got ku ‘Ez sibê bêm û em bi hev re derbas bibim’. Wê got, ‘Na em sibê li baxçeyê pirtûkxaneyê dema rûniştin hev bibînin, em ê li wê derê hevdîtina xwe pêk bînin’. Ev axaftina min a bi Nagîhanê re ya dawî bû. Li baxçeyê pirtûkxaneyê dar û kulîlkên gelek bedew hebûn. Nagîhan kengî bihata li pirtûkxaneyê, kulîlkan av dida. Herwiha li bexçeyê me darekî mezin a dureşkan hebû û gelek jê hez dikir. Roja paştir bi ser satea ku em hev bibînin dem derbas bûbû, hêj ku ez li benda wê bûm dengê çekê hat û ez veciniqîm. Tê bêjî qey ji hundirê min tiştek qetiya. Min hîs kir ku tiştekî xirab çêbû. Demildest bi telefonê ez li Nagîhanê geriyam, lê belê kesî bersivê nedida. Çend deqe şûn dengê wesayît, ambûlans û sîrenê hat. Ez jî wê kêliyê derketim û min dît ku li dora wesayîta wê girtine. Êriş çêbûbû û hevala Nagîhan şehît ketibû.”   ‘KUJER XWE SPARTIN PDK’Ê’   Karadag da zanîn ku di pêvajoya hatiye meşandin de tenê tetîkkêş hatiye cezakirin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Wekî tê zanîn kujer hate girtin lê belê kesên ku alîkariya kujer kirine xwe li Hewlerê spartin PDK’ê. Li gorî agahiyên ji saziyên fermî hatine girtin, derket holê ku kujer û qetlîam ji hêla kesên derveyî Herêma Federe ve hatine organîzekirin û kesên li hundir jî piştevaniya wan kesan kirine. Di rojên pêşiya me de em ê derbarê biryara dadgehê de daxuyaniyekî li dar bixin. Jin kedekî mezin dan, li gelek deveran îmze kom kirin. Sedan akademîsyen, nivîskar, hunermend, saziyên civakî û hêzên demokrasiyê tev li kompanyaya îmzeyê bûn. Ji Konseya Ewropayê û Serokwezîrê Iraqê Mumahmmed Şiya Sabbar Es-Sudanî re name hate şandin. Di nameyan de bal kişandin ser jinên li Kurdistanê tên qetilkirin. Anku daxwaza me sekinandina qetilkirina jinan, cezakirina faîlên wan, darizandina kesên alîkariya wan kirine ye. Têkoşîna me didome. Jin xeyalên Nagîhanê nivcoyî nehiştin, têkoşîna wê dewr girtin.”   MA / Esra Solîn Dal