Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin 2024-10-03 12:03:28   AMED - Di lêpirsîna Narîn Gurana ku 19 roj piştî windabûnê wek mirî hatiye dîtin de daxwaza miştekîtiyê ya Baroya Amedê hate qebûlkirin.    Lêpirsîna derbarê Narîn Gurana 8 salî ya li gundê Çûlî ya navçeya Rezana Amedê di 21’ê tebaxê de winda bûbû û 19 roj şûnde wek mirî hatibû dîtin didome. Baroya Amedê ji bo wek muştekî tev li lêpirsînê bibe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Baroya Amedê piştî erêkirina daxwaza xwe, daxuyaniyekî nivîskî da û wiha got: “Me ji bo di lêpirsîna Narînê de kesên bersûc werin cezakirin, di dosyeya di nava civakê de deng vedaye de edalet were pêkanîn, rastiya madî derkeve holê, faîl werin cezakirin, di nava pergala edaletê de mafê zarokan werin parastin wek muştekî daxwaza tevlibûna pêvajoya lêpirsînê kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îro daxwaza me qebûl kiriye.”    ‘EM Ê WEK BARO BIŞOPÎNIN’   Baroyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku birayê Narînê Baran Guran ê di dosyeyê de wek bersûc nîn e serlêdana wan kiriye û wiha got: “Ji ber em wek sazî tev li vê dosyeyê bûn, em ê şopandina dosyeyê wek baro bidomînin. Em ê ji bo faîlên Narînê cezayên ku heq dikin bigirin, têkoşîna xwe ya hiqûqê bi biryardarî bidomînin. Me nekarî em Narînê bidin jiyîn lê belê em ê ji bo Narînê edaletê pêk bînin.”