Mehmet Emîn Aktar beraet kir 2024-10-03 12:51:46 AMED - Parêzer Mehmet Emîn Aktar ê ji dozê bi îdiaya “Peywirdarê cemaweriyê hedef nîşandanê” dihat darizandin, beraet kir.  Derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de ku bi parêzer Resûl Temûr re di heman buroyê de dixebite, girtînameya lêgerîna bêusil a li buroya wî de hatiye kirin, bêyî ku navê dozger veşêre, parve kiribû. Danişîna 5’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişîna doza bi îdiaya “Hedefnîşandana peywirdarê cemaweriyê” hatiye lidarxistin de Aktar û parêzerên wî Resûl Temûr û Semra Balyan jî amade bûn. Gelek rêxistinên hiqûqê û hiqûqnas danişînê şopandin.    Dozger derbarê Aktar de bi sedema “Tu delîlên ku bi zanebûn Dozgerê Komarê hedef nîşan daye nîn e” beraetê xwest.    Aktar jî têkildarî mijarê ‘Ev 14 sal in bi Resûl Temûr re di heman buroyê de dixebitim. Lêgerîn di odeya min de hate kirin. Armancekî min a wekî hedefnîşandanê tunebû. Tev li mutalayê dibim’ got û beraeta xwe xwest.    Dadgehê derbarê Aktar de biryara beraetê da.