Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin 2024-10-03 16:38:58   STENBOL - Danişîna doza DÎAYDER’ê ji bo kesên tên darizandin li dijî mutalaayê cara dawî parastina xwe bikin hate taloqkirin.    Bi sedema xutbe û weazên bi kurdî, serok, rêveber û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) jî di nav de derheqê 22 kesan de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 17’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn.    Di danişînê de ji ewil dozger axivî û mutalaaya xwe dubare kir. Dozgerî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ji bo 19 kesan cezayê hefsê xwest û ji bo 3 melayan jî bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” ceza xwest.    Parêzeran jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin.    Dadgehê daxwazên parêzeran qebûl kir û ji bo cara dawî li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, danişîna dozê taloqî 24 û 25’ê cotmehê kir.