Kabaîş hêj jî winda ye 2024-10-03 18:12:58   WAN – Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara Zanîngeha Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve ti agahî jê nayên girtin, di roja 6’emîn de didome.   Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku beşa Pêşxistina Zarokan dixwend, di roja 6’emîn de didome. Kabaîş a ku ji 27’ê îlonê ve winda ye, piştî şîvê ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî a lê dima, derdikeve û careke din venagere. Rojek piştî windabûna Kabaîşê telefon, berguhk, cuzdan, av û keka xwendekara zanîngehê li ser qeraxa Behra Wanê ya dikeve di nava sînorên zanîngehê de tê dîtin û teslîmî wargeha ku lê dimîne tê kirin. Piştî vê yekê di 28’ê îlonê de wargeha ku Kabaîş lê dimîne, xeberê dide malbat û polîsan û ji bo Kabaîşê xebatên lêgerînê tên destpêkirin.   Xebatên ku îro jî berdewam kir, ti encam bi xwe re neanîn û heta niha ti şopên Kabaîşê nehatin dîtin. Di rojên çûyîn de herêma lêgerînê hatibû berfirehkirin û li Gundê Bardakçiyê ku li kêleka zanîngehê ye û çend gundên din ên derdora zanîngehê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin. Lê hat zanîn ku di wan xebatan de jî ti şop nehatine dîtin û dibe ku herêma lêgerînê hêj jî bê berfirehkirin.   Her wiha xebatên di Behra Wanê de jî didomin û Tîmên Ewlehiya Qeraxê, dalgiç, Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û AFAD lêgerînên xwe didomînin. Malbata Kabaîş jî li cihê bûyerê benda bihêvî benda xeberekê ne.