Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye 2024-10-04 10:59:58   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku cezayê muebeda giran "îşkence ye" û got ku ji bo pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de pêdivî bi muxalefeteke xurt heye.   Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku pêwîstî bi mûxalefeteke xurt heye ku hem saziyên navneteweyî hem jî Tirkiyeyê neçar bike ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavan bavêjin û got: "Divê em hem li dijî vê yekê bisekinin, ji ber ku ev rêbazek e îşkenceyê ye û jtecrîda girankirî dihewîne."   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê muebbedê yê girankirî yê bêyî derfeta serbestberdana bi şertî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 18'ê Adara 2014'an de li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Tevî ku 10 sal di ser vê biryara ku di lîteraturê de wekî "mafê hêviyê" tê binavkirin re derbas bûye jî, Tirkiye gavên pêwîst neavêtine.   Li ser vê yekê, rêxistinên maf û hiqûqê di 31'ê Tîrmehê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ya ku ji pêkanîna biryarên biryarên DMME'yê berpirse, agahî şandin û xwestin ku ev mijar bikeve rojeva wê û prosedurên pêwîst bên pêkanîn. Komîteya ku di hevdîtinên 17-19'ê Îlonê de mafê Abdullah Ocalan ê hêviyê xistibû rojeva xwe, diyar kir ku ger gavên pêwîst neyên avêtin wê biryara xwe ya demkî ragihînin û heta 25'ê Îlonê muhlet bidin Tirkiyeyê.   Seroka ŞaxaKomeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ku di nav saziyên serlêder de cih girt, biryara Komîteyê nirxand.   ‘TECRÎD ÎŞKENCE YE Û QEDEXE YE'   Yoleriyê diyar kir ku pêkanînên tecrîdê îşkence û binpêkirina mafan e û destnîşan kir ku di hiqûqa navneteweyî de teqez qedexe ye. Yoleriyê da zanîn ku divê dewlet tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike û ku polîtîkayên tecrîdê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê xwe dide der û got: “Îro li girtîgehên Tîpa F, S û Y ên ewlehiya bilind tecrîdeke sîstematîk tê meşandin. Niha bi hezaran girtî vê mexdûriyetê dijîn. Lê tecrîda Îmraliyê bi pêkanînên xwe yên şexsî ji hemû girtîgehan cudatir e. Ji ber ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin ji ya li girtîgehê din gelekî girantir e. Li girtîgehên din jî herî kêm 15 rojan carekê bi rêya telefonê û hevdîtinên girtî dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin lê 43 meh in ji Îmraliyê tu agahî nayê girtin."   ROLA MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEYÎ   Yoleriyê bal kişand ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê û got: “Tecrîdeke ku ew qas giran e ku li ser tenduristiya girtiyên li Îmraliyê û bi qasî bibe cihê fikarên ji bo jiyana wan tê meşandin. Ji bo vê jî helbet em her tim nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîda ku rêbazeke îşkenceyê ye tînin ziman. Bi sepandina mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî em dixwazin li ser dewletê mueyîde pêk bên. Em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê paşguhkirin û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dem bi dem serdana Îmraliyê dike û piştî van serdanan dereng eşkere dike an jî qet eşkere nake. Ji ber ku hêzên navneteweyî bi mebestên siyasî tevdigerin, pêkanînên îşkenceya Îmraliyê tên paşguhkirin."   Yoleriyê diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan ji dewletan serbixwe tevbigerin û wiha dewam kir: “CPT, Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên li dijî îşkenceyê ne serbixwe ne. DMME yek ji wan e. Ji ber vê yekê, ev saziyên ku em bi taybetî wekî mekanîzmaya mafên mirovan a navneteweyî destnîşan dikin, li gor peymanên ku bi wan ve girêdayî ne tevnagerin. Ji ber vê sedemê jî welat li gorî hevsengiya berjewendiyên di navbera xwe de biryarên xwe didin an jî raporên xwe radigihînin. Û ji ber vê yekê, bi rastî dijwar e ku meriv li hêviya helwestek bi tevahî serbixwe be. Ji bo ku ev mekanîzma bi awayekî rewa tevbigerin, pêwîstî bi zextên rêxistinên mafparêz an jî saziyên demokratîk heye."    BIRYARA DMME'YÊ Û HELWESTA TIRKIYEYÊ   Yoleriyê biryara binpêkirina DMME ya der barê Abdullah Ocalan de bi bîr xist û got: “Li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, kesên ku cezayên giran ê muebedê li wan hatiye birîn, heta mirinê di girtîgehê de tên girtin. Yanî li Tirkiyeyê di bin tu şert û mercan de derfeta derketina ji girtîgehê tune ye. DMME'yê ev rewşa li Tirkiyeyê berovajî mafê 'hêviyê' dît. Ji ber ku divê hêviya her kesî hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve da ku jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku di sala 2014’an de ev biryar ji Tirkiyeyê re hat ragihandin, diviyabû Tirkiyeyê tedbîrên xwe bigirta, lê negirt."   Yoleriyê diyar kir ku divê Tirkiye di rejîma înfazê de guhertinan bike û got ku divê cezayên heta hetayê yên giran ji zagonan bê derxistin.   ‘PÊDIVÎ BI MUXALEFETE XURT HEYE'   Yoleriyê bal kişand ser wê yekê ku ji bo Tirkiye erkên xwe bi cih bîne pêwîstî bi muxalefeteke xurt heye û wiha got: “Pêwîstî bi muxalefeteke xurt heye ku saziyên navneteweyî li ber xwe bidin. Divê gav bên avêtin ku hem saziyên navneteweyî hem jî Tirkiye mecbûrî qanûnê bike. Pirsa ku em dikarin vê tevger û dînamîzma civakî çawa birêxistin bikin, divê bi xurtî bê gengeşekirin. Yanî hem ji ber ku ev rêbaza îşkenceyê ye û hem jî ji ber ku muebeda giran tecrîdê dihewîne, divê em li dijî vê bisekinin.”   MA / Esra Solîn Dal