Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin 2024-10-04 11:05:00 AMED - Amediyên ku gotin “Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û zindanan vala bikin” ji bo mitînga ku dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan bê lidarxistin bang kirin.  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê di 13’ê cotmehê de bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” were lidarxistin. Xebatên mitîngê berdewam dikin. Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirn îşaret bi girîngiya mitîngê kirin.    Ji welatiyan Adnan Dûman işaret bi çareseriya pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Heke Abdullah Ocalan azad bibe, wê pirsgirêka kurd çareser bibe. Kesên bi neheqî hatine girtin divê bên berdan. Nivîskar, hunermend, siyasetmedar divê bên berdan û tecrîd were rakirin. Lazim e ev gel jî li dijî vê têbikoş e. Pêwîste xwedî li girtiyan bê derketin.”   ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN, ZINDANAN VALA BIKIN’    Yek ji welatiyan Hasan Yavûz ê got ku ew ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi têkoşînê rakin ev tişt gotin: “Hêvîdarim wê tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Em ê zindanan vala bikin. Em ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên din bidin berdan. Divê her kes beşdarî mîtînga ku wê 13 'ê Cotmehê pêk bê bibin. Bila peyama xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtînga li Amedê bibin. Bila her kes li mîtîngê bibîne bê kurd çiqasî azadiyê dixwazin. Bila tecrîd were şikandin û deriyên girtîgehan bên vekirin.”   ‘CIVAKA KU SEROKÊ WÊ AZAD NEBE NIKARE AZAD BIBE’     Mehmet Demîr destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin divê ewilî kurd bibin yek û wiha axivî: “Heta ku Rêberê me azad nebe kes nikare azad bibe. Yekane daxwaza me azadiya Rêbertiya me ye. Heta ku Rêberê civakekê azad nebe, ew bi xwe nikare azad bibe. Yên ku dibêjin ‘Em li aliyê kurdan in, em jî kurdan esas digirin’ divê ewilî Rêberê me azad bikin. Bila ji bo Rêbertî gavekê biavêjin û pişt re em ê ji wan bawer bikin. Em îro jî bi saya Rêberê xwe bi zimanê xwe diaxivin. Heke Rêbertî nebûya em da bikevin çi rewşan.” Kürt sorunun çözüme kavuşması için öncelikle Kürtlerin birlik olmasını gerektiğini vurgulayan  Demîr ji bo ‘mitînga azadiyê’ ya dê li Amedê were lidarxistin bang kir û wiha domand: “Ez bang li hemû gelê me dikim. Heke em hemû bibin yek dê serokê me jî azad bibe. Ez ji şeref û rûmeta gelê me bawer dikim û ez bawer dikim ku dê bi coşeke mezin tev li mitîngê bibin.”   ‘YEKITÎ HÊZ DIDE’    Mehmet Emre da zanîn ku desthilat kurdan tune dihesibîne û got: “Li Tirkiyeyê fikrên kurdan tune tên hesibandin. Li saziyên ez diçimê dixwazin bi kurdî biaxivin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ev jî dê bi yekitiya kurdan pêk were. Ji ber ku yekitî hêzê dide.”   Farûk Vûran jî anî ziman ku ji bo ku aştî pêk were divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: “Ez komploya 9’ê cotmehê şermezar dikim û li dijî vê ez ê tev li mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin bibim.”   Aydin Bûrak jî îşaret kir ku Ocalan di bin tecrîdê de ye û bi rakirina tecrîdê pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin û ev bang kir: “Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Ez dixwazim herkes tev li mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin bibin.”