Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin 2024-10-04 12:44:00   SÊRT - Polîsê teqawid Fîkret Bala li Sêrtê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.    Li Sêrtê kesek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin. Li ser rêya di navbera Sêrt-Dihê de kesekê di wesayîta xwe de bêhereket disekinî ji hêla welatiyan ve hate ferqkirin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku kesê di wesayîtê mirî polîsê teqawid Fîkret Bala (56) ye.    Dozgeriyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.