ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-05 09:00:28   * Siyasetmedar Salih Muslim ê ku li Sûriyeyê Abdullah Ocalan nas kir behsa pêvajoya komploya li dijî Ocalan kir û got ku 1998'an de Peymana Adana ku li dijî destkeftiyên kurdan hatiye îmzekirin di roja îro de jî tê xwestin ku bê berfirehkirin.    * Hostaya kevneşopiya “tahtî” Necmiye Tekîn ku di zarokatiya xwe de dil daye çêkirina tahtî, bal kişand ser feydeyên vê kevneşopiyê û xwest ev kevneşopî neyê jibîrkirin.   * Li Elkê bi nêzikbûna zivistanê welatiyan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Şeniyên herêmê ji bo sewalên xwe yên debara xwe pê dikin, dest bi berhevkirina giya kirin.    * Berdevkê KON-MED’a Almanyayê Kerem Gok anî ziman ku ew di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” amadehiya çalakî û xebatên nû dikin.    * Ji bo Azadiyê Înîsiyatîfa Hunerê li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Stenbolê li ser sansur û otosansurê li hev bicive. (10.00-18.00)   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Geverê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê dê çalakiya xwe ya heftane bidomînin. (12.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dê bi daxuyaniyan balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Di çarçoveya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de dê li Yekitiya Mulkiyelîlerê çalakiya "Kursiyê Edaletê" bê lidarxistin. (13.30)    * Li Îzmîıê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta dê bê vekirin. (15.00)   * Xizmên Windayan dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar bixin. (17.00)   * Li Konaxa Cemîl Paşa dê Konsera Jin Ma û danasîna cil û bergên herêmî bê lidarxistin. (18.00)