Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin 2024-10-05 09:10:44   ÊLIH - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi berxwedanê hatiye pûçkirin û gotin: "Ji bo aştiyeke bi rûmet divê her kes di daxwaza azadiyê de israr bike."   Komploya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di sala 26'emîn de ye. Berxwedana li dijî komployê dewam dike û ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li çar aliyê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Dayikên Aştiyê ku li dijî komployê di refên herî pêş de cih digirin, diyar kirin ku ew di azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de israr dikin.   ‘JI BO GELÊN CÎHANÊ ROJEKE REŞ E'   Meyaser Akdagê diyar kir ku ev komplo destpêka rojeke reş a ji bo mafên cîhanê ye û got: “Komplo hê jî didome. Hevkarên komployê jî şirîkên tecrîda girankirî ne ku îro li ser birêz Ocalan didome. Armanca wan ew e ku fikirên birêz Ocalan neyên jiyîn. Lê belê fikrên birêz Ocalan li hemû cîhanê belav bûne. Baronên şer, dijminên mirovahiyê, tenê ji ber vê sedemê tecrîdê girantir dikin. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin bi rastî jî tecrîda li ser mirovahiyê ye. Ev tecrîd şerma mirovahiyê ye. Divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran bên kirin."   Akdagê bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn diqewimin û got ku bi rakirina tecrîdê re dê ev şer bi dawî bibe. Akdagê da zanîn ku dewletên ku komployê amade kirine cîhan veguherandine qada şer û got: “Pergalên wan îflas kin. Lê têkoşîna kurdan her ku diçe mezin dibe. Fikrên birêz Ocalan bi ser ketin, komploger têk çûn. Ji ber ku xala ku em gihaştinê vê yekê nîşan dide. Em hatine serdemeke ku yên şer dixwazin winda kirine. Ji ber vê yekê her kesê ku daxwaza aştiyeke bi rûmet dike, divê di daxwaza azadiyê de israr bike.”   ‘BERXWEDANÊ KOMPLOYÊ PÛÇ KIR'   Horî Acarê diyar kir ku tecrîd berdewamiya komployê ye û komployê komkujî, şer û krîza aborî aniye. Acarê got: “Nêzîkatiya li kurdan her tim bi xiyanet û xayintî bûye. Komplo di encama xiyaneteke mezin de pêş ket. Tecrîda li ser birêz Ocalan dewam dike, berdewama plana tunehesibandina daxwazên gelê kurd û qirkirina kurdan e. Komploger jî şirîkên vê planê ne. Divê demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin."   JIYANA AZAD   Acarê anî ziman ku kesên ku komployê çêkirine li ber îradeya gelê kurd serî tewandine û got: “Îradeya xurt a birêz Ocalan û berxwedana gelê kurd komployê pûç kir. Yên ku ji bo pêkanîna komployê hevkarî kirin, niha ji ber ku berjewendiyên wan li hev dernayên, bi hev ketine. Bi komployê nikaribûn bigihên armanca xwe. Ger gel jiyanek bi rûmet û azad dixwaze, divê li dijî van komplogeran rabe."