Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin 2024-10-05 19:39:56   STENBOL - Di çalakiya "Deng bide azadiyêJi azadiyê" de banga tevlîbûna li mîtînga 13'yê Cotmehê ya li Amedê bê lidarxistin hat kirin û hat gotin ku wê komploya navneteweyî bê pûçkirin.   MATUHAY-DER û xizmên girtiyan re çalakiya “Deng bide azadiyê” de ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” dest pê kir, berdewam dike. Çalakiya îro li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pêk hat. Tevî xizmên girtiyan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek û Çîçek Otlu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de ku pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna aştiyê deng bide azadiyê“ hate hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya girtiyan hatin berzkirin.   Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz ku ewil di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Parlamenter Cengîz Çîçek jî ku pişt re mafê axaftinê girt, diyar kir ku bi mehane li ber girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi çalakiya "Deng bide azadiyê" li dijî tecrîdê tê lidarxistin û got: “Têkoşîna azadiyê wê li van xakan bi ser bikeve. Em ê têkoşîna demokrasiyê û meşa mezin bikin. Ji bo şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di 13'yê Cotmehê de mîtîngek bê lidarxistin. Di salvegera 26’an a komployê de wê komploger têk biçin û em ê bi ser bikevin.”   Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.