Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’ 2024-10-07 13:02:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Massîmo D'Alema ku di dema komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû ji Medya Haber TV re axivî û diyar kir ku Serokkomarê wê demê yê Amerîkayê Bîll Clînton li wî geriya ye û jê re gotiye “Ocalan bidin Tirkiyeyê.” Massîmo D'Alema ku di dema komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû, di hevpeyvîna xwe ya bi Medya Haber TV re li ser rola Amerîkayê ya di komployê de agahiyên nû da. D'Alema ragihand ku Serokê Amerîkayê Bîll Clînton li wî geriya ye û gotiye “Ocalan bidin Tirkiyeyê.”   Massîmo D'Alema anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, bê berdan.