Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin 2024-10-08 09:08:18 AMED - Yek ji parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça banga beşdariya Mitînga Azadiyê kir û got: "Bi taybetî jî divê jin di refên herî pêş de cih bigirin.”  Çalakiyên di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewam dikin.   Di çarçoveya kampanyayê de wê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, li Amedê ji bo azadiyê em li hev dicicin" mitîngek mezin bê lidarxistin. Ji bo mitîngê xebatek û seferberiyek bêhempa hatiye destpêkirin. Ji bo mitîngê destûr hatiye wergirtin û li her derî banga beşdariya mitîngê tê kirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren banga beşdariya mitîngê li gel kirin.    ‘EM LI DIJÎ TECRÎD Û KUŞTINA JINAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN’    Parlamenter Ceylan Akça destnîşan kir ku divê jin li dijî tecrîdê û kuştinên jinan roja mitîngê berê xwe bidin qada mitîngê û azadiyê biqîrin. Akça anî ziman ku ew dixwazin dengê xwe roja 13’ê cotmehê li Qada Îstasyonê bilind bikin û got: “Em li dijî tecrîdê û kuştinên jinan rabin ser pêya û li ber xwe bidin. Divê em sîstema koletiyê red bikin. Em li dijî tecrîdê û kuştina jinan û koletiyê li ber xwe didin û azadiyê diparêz in. Em ê di 13’ê Cotmehê de daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin û daxwaza çareseriy aştiyane ya pirsgirêka kurd bikin. Jin ji bo azadiyê divê biherikin mitîngê û di refa herî pêş a mitîngê de cihê xwe bigirin.”    ‘EM JI BO AZADIYÊ BIHERIKIN QADA MITÎNGÊ’    Parlamenter Serhat Eren jî diyar kir ku desthilatdariyê li dijî israra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê şer berfirehtir kir û wiha got: "Ev mitîng mitîngeke girîng a li dijî kuştinên jinan û parastina azadiya jinan e. Hemû pereyê welat li ser şer tê xerckirin. Şer rasterast bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye. Em ji tecrîdê re dibêjin û dibêjin azadiya Ocalan ana bila pêk were. Em ji şer re dibêjin na. Em dixwazin Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd were çareserkirin. Lewma jî em ê vê mitînga azadiyê li dar bixin û em hemû gelê xwe vedixwînin qada mitîngê.”