Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye 2024-10-08 09:11:12 STENBOL-  Siyasetmedar Besîme Koncayê diyar kir ku Abdullah Ocalan yekem rewşenbîr û rêber ku banga şoreşa jinê kirite û got ku ji ber ku têkoşîna jinan a li ser esasê paradîgmaya azadîxwaz wekî tehdîd tê dîtin, êriş zêde bûne. Komploya navneteweyî ya ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket hat destpêkirin, sala xwe ya 25'an temam kir. Paradîgmaya "Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk" a ji aliyê Abdullah Ocalan ve li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hat pêşxistin, bû îdeolojiya bingehîn a têkoşîna azadiya jinê. Paradîgmaya Abdullah Ocalan a ku bi perspektîf û pêşniyazên çareseriyê yên di sedsala 21'emîn de balê dikişîne û di têkoşîna jinên kurd de xwedî cihekî girîng e, îro di rojeva tevgerên jinan ên din ên cîhanê de jî cih digire.   Di salvegera komploya navneteweyî de em bi siyasetmedar Besîme Konca re li ser têkoşîna jinê û bandorên paradîgmaya “azadîxwaz" axivîn.    KODÊN DAMEZRÎNER ÊN PERGALA SERDEST   Koncayê diyar kir ku piştî salên 2000'î tevgerên jinan ên li cîhanê gerdûnî bûne û got ku ev têkoşîn bi salan tenê li ser nasnameya jin û mêr hat pênasekirin û ev jî rê li ber hin zor û zehmetiyan vekir. Koncayê got: “Lê belê 5 hezar sal, belkî zêdetir, li ser nasname, beden, ruh, hest û ramana jinê civakbûneke pir cidî hatiye avakirin. A rast, jinê di wê rewşa rûxandî de têkoşîna xwe meşand. Civakîtiya ku di nasname, laş, fikir û çalakiya wö de hatiye avakirin, belkî demekê nehat dîtin. Sîstema dewleta serdest a mêr, nasnameya jinê weki şêwazê fikir û îdeolojiyê ya li dijî bedena wê ava kir. Jinan hewl dan ku di van wêraniyan de hebûna xwe bidin der û ji xwe re cihekî ewle ava bikin."   JANDÎKAPÊN TÊKOŞÎNÊ   Koncayê destnîşan kir ku têkoşîna jinê bi kedeke mezin heta roja îro hatiye û got: “5 hezar sal in li dijî modernîteya kapîtalîst ku jinê kiriye amûr, têkoşîn tê meşandin. Lê belê me nekarî bi têra xwe ragihînin ku têkoşîna jinê têkoşîneke civakî ye û hemû şêweyên kolonyal mekanîzmaya îstîsmara civakî ya olî, çandî, fizîkî, ruhî û hestiyar e. Tevgerên jinan ên li çar aliyê cîhanê hewl dan ku polîtîkaya bîrdozî, teoriya têkoşîna xwe biafirînin, lê nikaribûn wê bi heqîqeta civakî re bikin yek. Li şûna ku bi tevahî red bikin, têkoşîna 'Ez çawa dikarim bi ewle bijîm', 'Ez dikarim çend mafan bi dest bixim' di nava vê pergalê de hat dayîn û hin bedel hatin dayîn. Di qonaxa îro de ez dikarim bibêjim ku têkoşîna jinê zêdetir veguheriye têkoşîneke civakî."   BANDORA 'JIN JIYAN AZADÎ'   Koncayê da xuyakirin ku têkoşîna jinê demeke dirêj e li gorî encamên tundiyê dixwaze qadên xwe yên azadiyê biafirîne û got ku têkoşîna parçebûyî li hemberî îdeolojiyên dewletê yên bi sazûmaniyî têrê nake. Koncayê got: “Ji ber ku tundiya li ser jinê jinûve hatiye hilberandin û argumanên îdeolojîk û siyasî ji nû ve hatine afirandin û danîne pêşiya jinan. Ji ber vê sedemê têkoşîna jinê nebû yekpare. Lê em dikarin bibêjin ku di salên dawî de di têkoşîna jinan de hevpariyek heye. Mînaka vê ya herî berbiçav rastiya têkoşînê ye ku ji Îranê heta Hindistanê bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bûye gerdûnî. Yanî têkoşîna jinan a li Îranê û têkoşîna jinan a li Hindistanê bi awayekî têkoşîna jinên Afxanistan û Pakistanê kir yek."   PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN   Koncayê destnîşan kir ku paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan di têkoşîna jinan de tevkariyeke mezin kiriye û got: "Feelsefeya 'Jin, jiyan, azadî' bi tecrubeyên Tevgera Jinên Kurd a birêz Ocalan 50 sal in têdikoşe derket holê. Vê paradîgmayê di jinavbirina tundiya li ser jinê û veguherandina têkoşîna jinan a ber bi serkeftineke civakî de roleke girîng lîstiye. Bi taybetî jî biryara Rêbertiyê ya 'azadiya jinê azadiya civakê ye' li vir gelekî girîng e. Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a birêz Ocalan ji bo jin hem guhertina îdeolojîk pêk bînin, hem jî bi perspektîfek cuda li jiyanê binerin, xwe pênase bikin, civakê terîf bikin û rastiya zilam tehlîl bikin xwedî girîngiyeke jiyanî ye."   LI DIJÎ FERASETA MÊR XWEPARASTIN   Koncayê bal kişand ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinê li hemberî awayên tundiyên îdeolojîk û siyasî bi paradîgmaya azadiya jinê mekanîzmayên xweparastinê pêş xistiye û wiha got: “Jin îro di hemû sazî û dezgehan de li dijî zîhniyeta serdest a mêr xweparastina xwe pêş dixin. Meclisa jinê, partîbûn, artêşbûn û di heman demê de di qada perwerdehiyê de bi jineolojiyê bersiva modernîteya kapîtalîst dide. Li hemberî zîhniyeta mêrtiyê ya 5 hezar salî, jîneolojî dahûrandina gerdûnê, xwezayê, civakê û siberojê dike. Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan bi têkoşîna azadiya gelê kurd re pêş ket. Gotina Abdullah Ocalan a 'heta jin azad nebe civak azad nabe' ji bo çareseriya hemû krîzên civakî û têkoşîna jinan perspektîfeke çareseriyê ye. Têkoşîna ne azadîxwaz a jinan, êala lê dimîne û saziyên lê dimînin bi tena serê xwe nikarin bi êrişeke wiha sazûmankirî re bitêkoşin û bi ser bikevin. Di vî warî de tevgera jinên kurd di çarçoveya konfederalîzma jinê ya demokratîk de ji bo yekîtiya bi tevgerên jinan ên çar parçeyên cîhanê re li çar parçeyên cîhanê têdikoşe û li Ewropayê jî bi paradîgmaya azadiya jinê têkoşînê dide meşandin. Têkoşîna jinan a li ser esasê paradîgmaya azadiya jinê tê meşandin, gihaştiye wê astê ku ne tenê civak biguhere û mafê xwe bixwaze, divê pergala serdest a 5 hezar salî ya mêr jî were redkirin. Paradîgmaya azadiya jinê, nasnameya jinê ya ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye avakirin red kir, xwe bi giranî rexne kir, ji nû ve ava kir û ji tunebûnê afirand. Bi saya vê paradîgmayê îro jin ji nû ve afirîn û têkoşîna xwe dimeşînin.”   ISRARA DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE   Koncayê bal kişand ser girîngiya israra Abdullah Ocalan a ji bo têkoşîna jinê û got: “Eger guhertin ji cihekî rast bê, wê refleksên wê pir xurt bibin û têgihiştina azadiyê ya rast pêş bikeve. Îro rejîm û desthilat ku rastiya vê têkoşînê dibînin êrişên giran li dijî jinên kurd dikin. Têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên kurd bi Şoreşa Rojavayê re pêvajoyeke gerdûnîbûnê ya giran derbas kir. Tevî ku hemû cîhan li hember qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî jinên kurd li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û jinên êzdî li Şengalê bêdeng ma, tevgera jinên kurd bi xweparastinê bersiv dan vê yekê."   RASTIYA LI ROJHILATA NAVÎN GUHERÎ   Koncayê destnîşan kir ku modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst çareserî ye û got ku zihniyeta mêr a ku vê dibîne êrişên xwe yên li ser jinan li her derê zêde dike. Koncayê got: “Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojik û demokratîk ya ku di nava gel û jinan de bû xwedî beramberiyek, li Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Îran û Tirkiyeyê bûye sedema nêzîkatiyên zayendîparêz, olî û faşîst ên bi pêşengiya mêr. Mafên ku jinan bi berdêlên mezin bi dest xistibûn yek bi yek hatin desteserkirin. Girîng e ku were fêmkirin ku dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê ewqasî watedar bûye. Çend hefte berê jinên Hindistanê bi kurdî vê dirûşmeyê berz kirin û navên jinên kurd ji xwe re dikin sembol. Ji ber ku wan ev hişmendî dît. Jin, jiyan û azadî îro daxwazên her kesî ne. Pirsgirêka azadî û jiyanê ne tenê daxwaza jinan, bûye pirsgirêka hemû civakê, çîn, nasname û gelên bindest."   Koncayê diyar kir ku paradîgmaya azadiya jinê di rola zayendî de jî guhertineke girîng afirandiye û wiha dewam kir: “Nêrîna jinê ya azadiyê, têgeha ‘malbat’ê pirsiyar kir û bi perspektîfeke zanistî rêgezên têkoşînê derxist holê ku ne tenê azadiya xwe dixwaze, di heman demê de azadiya her kesî dixwaze. Ji aliyê jineolojiyê ve tevgera jina kurd îro dikare bibe tevgera jinên cîhanê. Bi giştî ji heq rolên zayendî nehatiye derketin, lê heya radeyekê hatine şikandin. Guhertin û cudabûn di civakê de gihiştiye qonaxekê. Ev yek bi taybetî li Kurdistanê zû pêk hat.1   ‘BIRÊZ OCALAN YEKEM KES E'   Dema ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna jinan got “Projeyek min a neqediyayî bû” û bi vê bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê. Abdullah Ocalan yekemîn rewşenbîr û rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye. Ev pir girîng e. Jinan di şoreşên cîhanê, têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşîna sosyalîzmê de kedên mezin dan. Lê dema ku em îro li sedsala 21’emîn dinêrin, tu ezmûnek di çareserkirina pirsgirêka jinan û pêşîgirtina li kuştina jinan de bi ser neketiye. Rêber Ocalan dema daxwaza azadiya gelê kurd dike, dibêje navenda bingehîn a civakê jin e. Dibêje ji ber ku edalet, hezkirin, civakbûn û rola jinê ya di azadiya jiyanê de xwedî roleke girîng e divê têkoşîna jinê bê meşandin û jin azad bibe. Birêz Ocalan di warê têkoşîneke giştî de dikare bibe yekemîn, rêberê ku azadiya jinê wekî azadiya xwe dibîne û dibe tevgereke ronakbîrî.”   MA / Esra Solîn Dal