Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin 2024-10-08 09:46:44   COLEMÊRG - Doza 4 kesên ku di encama gulebarana ji wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dan, 8 sal in bi encam nebûye. Parêzerê dozê Davût Ûzûnkopru wiha got: “Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”   Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan derdor gulebaran kiribû û di guleberanê de Serhat Bûldan (15), Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê derheqê polîs Îlyas Mekîklî de doz hatibû vekirin û doz neqlê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hatibû kirin.    Danişîna biryarê ya dozê di 11'ê Cotmeha 2018'an de hatibû lidarxistin û dadgehê li polîsê ku bi awayekî negirtî dihat darizandin bi sûcê "bi awayekî qisûrdar kuştin û birîndarkirina gelek kesan" 11 sal û mehek û 10 roj ceza birîbû û daxwaza ji bo girtina wî jî red kiribû. Malbatên her 4 kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêya parêzerên xwe serî li Daîreya Ceza ya 16’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dabûn. Daîreya Ceza ya 16'an serlêdana malbatan red kiribû. Malbatan jî serî li Dadgeha Bilind dabû. 7 sal bi ser biryara ewil hatiye dayîn re derbas bûn, dosya li Dadgeha Bilind e û hêj nehatiye bi encam kirin. Malbatên ku mexdûr in bertek nîşanî vê  yekê dan.    ‘FAÎL LI DERVE YE, CANÊ HERKESÊ DI XETEREYÊ DE YE’    Bavê Serhat Bûldan, Hasan Bûldan ê bertek nîşanî encamnegirtina dozê û negirtina polîsên faîl da, anî ziman ku ev rewş êşa wan zêdetir dike û got: “Em niha nizanin ka faîl li ku ye. Dibe ku niha hêj li Geverê li ser peywîra xwe ye. Heke wisa be rewşeke xeternak e. Ji ber ku faîl niha li Geverê ye potansiyela wî ya her kêlî li her cihî sivîlan qetil bike zêde ye. Rastiya ku kujerek li derve ye, tê wê wateyê ku jiyana herkesî di xetereyê de ye. Faîl li derve destên xwe dihejîne û digere û daraz jî van tiştan paşguh dike. Heke bi rastî jî li vî welatî edalet hebe em dixwazin faîl demildest bê cezakirin.”   POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ    Parêzer Davût Ûzûnkopru yê yek ji parêzerên dozê ye, bi lêv kir ku dosya bi salane li Dadgeha Bilind tê sekinandin daxwazên wan tên paşguhkirin û anî ziman ku darizandina faîl a negirtî bû sedem ku pêvajo hêdî bimeşe. Ûzûnkopru wiha berdewam kir: “Dema mijar dibin polîs an jî leşker, dosya bêceza tên hiştin. Me li dadgehê jî diyar kir; Ji qetilkirina kurdekî re tenê 4 meh ceza tên dayîn. Polîsê ku bû sedema mirina 4 kesan 3 mehan li hundir ma. Cezayê li vir hatiye dayîn di rastiyê de li gorî cezayê ku ji bo qezaya trafîkê hatiye dayîn e. Dibe ku faîl li ser peywîra xwe ye jî, ji ber ku bêceza hate hiştin û hate xelatkirin. Kêm hatiye dîtin ku li bajarekî Kurdistanê bi roj di nava sûkê de 4 kes bên qetilkirin. Di demeke ku tu rewşeke asayî nîne de qetilkirina çare kesan heta daxwaza qetilkirina zêdetir kesan ne tişteke asayî ye. Ev dosyayeke girîng e lê ji ber xwedîderketineke girîng çênebû dadgeh li gorî keyfa xwe tevgeriya. Di dîroka Kurdistanê de yek ji dozên kêm tê lidarxistine. Polîsekî ku bûye sedema mirina 4 kesan li derve ye û li ser peywîra xwe ye. Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”