Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin 2024-10-08 10:12:56   MANÎSA - Pelîn Karaca ya beriya 12 rojan li Alaşehîrê winda bûbû, li qadeke daristanî ya Ûşakê mirî hate dîtin.    Pelîn Karaca (21) ya beriya 12 rojan li navçeya Alaşehîr a Manîsayê winda bûbû, li qadeke daristanî ya navçeya Eşme ya Ûşakê mirî hate dîtin. Piştî ku malbata wê di 26’ê îlonê de îxbara windabûyînê kir, ji bo Karaca were dîtin xebat hatin destpêkirin. Di dema xebatên lêgerînê berdewam dikirin de cenazeyê Karacayê li qadeke daristanî ya nêzî Taxa Alahabali ya navçeya Eşme ya Ûşakê hate dîtin.    Tîmên polîsan hevalê Karacayê yê mêr ê bi navê A.Û. (37) binçav kirin. Cenazeyê Karacayê piştî lêkolîna hate kirin ji bo otopsiyê birin morgê. Karûbarên îfadeyê yên A.Û. yên li midûriyeta polîsan berdewam dikin.