ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin 2024-10-08 15:37:55   STENBOL - ÎHD’ê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê daxuyanî da û wiha bang li NY’ê kir: “Qirkirinê bidin sekinandin.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer re, qirkirinê bide sekinandin” hate hilgirtin. Sekretrea Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy di daxuyaniyê de got ku Îsraîl di êrişên li dijî Filistînê de hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne. Ersoy, da zanîn ku piranî jê zarok, jin û sivîl zêdetirî 42 hezar kes hatine kuştin, 96 hezar kes jî birîndar bûne û 10 hezar kes jî di bin kavilan de ne. Ersoy, anî ziman ku Îsraîlê xetên ceyran û avê texrîb kirine û bi milyonan kes di bin dorpêça qirkirinê de ne.    Ersoy, got ku Îsraîl sûcên şer dike û ev bang kir: “Divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo sekinandina şer xwedî helwestekî zelal bin. Tirkiye û gelek welatên ewropî jî di nav de, alîkariya bi Îsraîlê re tê kirin, derfetê dide Îsraîlê ku êrişên xwe heta Îran û Lubnanê berfireh bike. Divê dadgehên navneteweyî ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu û Wezîrê Parastinê Gallant biryara girtinê bidin û pêşî li qirkirinê bigirin. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li dijî vê qirkirinê rabin ser pêyan. Banga me ji bo NY û mekanîzmayên navneteweyî jî ew e ku tavilê ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê gavên bibandor biavêjin. Em ji Îsraîlê re jî dibêjin; na ji şer re, qirkirinê bide sekinandin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Na ji şer re, qirkirinê bide sekinandin” bi dawî bû.