AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin 2024-10-08 16:00:02   ENQERE - AKP û MHP ya pêşniyazpirsên DEM Partiyê û CHP’ê yên ji bo lêkolînkirina cînayetên zarokan dabûn red kiribûn li ser zextan qebûl kir ku komîsyon bê avakirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarê (CHP) hefteya borî ji bo cînayetên zarokan bên lêkolînkirin pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kirin ku li Meclisê komîsyon bê avakirin. Pêşniyazpirsên li Lijneya Giştî  ya Meclisê nîqaşkirin bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin. Lê li ser zexta partiyên siyasî AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt. Piştî ku partiyên din ên siyasî yên li Meclisê xwedî komekê ne di heman çarçoveyê de pêşniyazpirs pêşkeş kirin, biryar hat dayîn ku hemû peşniyazpirsan bikin yek.    Piştî rûniştina girtî ya Îsraîlê ya li Meclisê dê pêşniyazpirsên kirine yek bên nîqaşkirin. Piştî axaftinên li ser navên koman bên kirin dê komîsyon bê avakirin.    Komîsyon dê 3 mehan bixebite. Heke ku daxwaz bê kirin dê dem bikare mehekê bê dirêjkirin.