Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê 2024-10-09 11:59:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên li dijî komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kirin.  Bi boneya salvegera 26’emîn a komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendên Kurdistan û cîhanê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi deh hezaran kes di protestoyên komployê de hatin bahev.    Bi armanca şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes ji bajar û bajarokên cuda yên Kantona Cizîrê ji bo tev li du meşen mezin bibin di saetên sibê de ketin rê.   Welatiyên ji bajarên weke Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê, Amûdê û 25 bajarokên girêdayî wan hatine, ji bot ev li meşa li Qamişloyê bibin bi rê ketin. Kesên ji Til Berak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û Erîşa hatin jî ji bo tev li meşa li Hesekê bibin bi rê ketin.    Welatiyên ku tev li protestoyên komployê bûn posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin. Li hemû bajarên ku protesto lê hatin kirin dikandaran dikanên xwe venekirin û tev li meşan bûn.