Komplo li gelek bajaran hate protestokirin 2024-10-09 12:54:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera komploya navneteweyî de li gelek bajaran grafîtiyên Ocalan li ser dîwaran hatin xêzkirin.  Li bajarên Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn, Wan û Stenbolê li ser gelek dîwaran grafîtiyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser dîwaran hatin xêzkirin. Grafîtî di bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê hatin xêzkirin. Li gel grafîtiyan, nivîsên “Azadî”, “Tecrîdê parçe bike”, “Di 13’ê cotmehê de em li Amedê ne” û “Apo” jî li ser dîwaran hatin nivîsandin.