10’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-10 09:00:56   * Endamê Înîsiyatîfa Ji Bo Azadiyê Huner ku demek berê hat avakirin Taylan Kesanbîlîcî got: "Tecrîd ancax di serdemeke wiha de bi helwestên wêrek dikare ji holê bê rakirin û şikandin." Endama înîsiyatîfê Gul Buyukbeşeyö jî got: "Ew ê vê rêya li dijî sansurê bidomînin."    * Endamên Şandeya Navneteweyî ku beşdarî komxebata ji aliyê HDK'ê ve li ser girtîgehan hat lidarxistin bûn û binpêkirinan guhdarî kirin, diyar kirin ku kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehê de ne û li hemberî girtiyên siyasî bi zanebûnî polîtîkaya cezakirinê tê meşandin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê.    * Xebatên madenê yên li navçeya Qilebanê zirareke mezin didin xwezaya herêmê. Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber xebatên kana komirê sewalkarî tune bûye û ji ber toza komirê nikarin berhemên xwe yên çandiniyê kom bikin.   * Derbarê rojnameya Yenî Yaşamê ya bi manşeta “Bi Ocalan re dikarin ji vê xeleka ji agir derkevin” derket biryara komkirinê hate dayîn. Belavkarê rojnameyê Veysî Akuren anî ziman ku piştî vê yekê polîs wan tacîz dikin û gefan li aboneyên wan dixwin.    * Bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê dê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (09.30)   * Kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de jiyana xwe ji dest dayin dê li cihê hatibûn qetilkirin bên bibîranîn. (10.04) ZINDÎ   * DEM Partî di çarçoveya “Mitînga Azadiyê” de ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin, li Amed û Stenbolê xebatan bimeşîne. (11.00-21.00)   * Têkildarî zextên li ser xwîner û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê dê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî bê dayin. ( 14.00)