TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû 2024-10-10 11:10:38   ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha tebaxê de bêkarî ji sedî 0,3 kêm bû lê rêjeya bêkariyê ya ciwanan zêde bû.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha tebaxê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; rêjeya bêkariyê di meha tebaxê de ji sedî 0,3 kêm bû û bû ji sedî 8,5. Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a malbatan jî, li gorî mehek berê di tebaxê de bêkariya di navbera kesên temenê wan 15 û bi ser vî temenî de 89 hezar jê kêm bû û daket 3 milyon û 55 hezar kesan. Rêjeya bêkariya di navbera zilaman de weke ji sedî 7 û di navbera jinan de jî weke ji sedî 11,4 hate texmînkirin.    Li gorî TUÎK’ê; rêjeya bêkariya ya di navra kesên temenê wan di navbera 15-24 de li gorî mehek berê ji sedî 0,1 zêde bû û derket ji sedî 16,5’ê. Rêjeya bêkariyê ya zilamên di vî temenî de ji sedî 13,8 û ya jinan jî ji sedî 21,4 hate texmînkirin.    Li gorî mehek beriya tebaxê; hêza kar li gorî mehek beriya tebaxê 10 hezar jê kêm bû û daket 35 milyon û 831 hezar kesan. Rêjeya tevlibûna hêza kar jî ji sedî 0,1 kêm bû û bû ji sedî 54,3. Rêjeya tevlibûna hêza kar a zilamana weke ji sedî 72,1 û ya jinan jî ji sedî 36,8 hate texmînkirin.