Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin 2024-10-10 12:30:15   ENQERE - Partiyên koma wan li Meclisê hene, di mijara avakirina komîsyona lêkolînkirina cînayetên jinan lihev kirin. Dê îro li Meclisê dengdayîn bê kirin.    Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi mebesta lêkolînkirina tundiya li dijî jinan, pêşnûmepirsek dabû Meclisê û pêşnûme li Lijneya Giştî hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de pêşnûme ji hêla komên AKP û MHP’ê ve hate redkirin.    PAŞVEGAV AVÊTIN   Lijneya Şêwirdariyê ku hemû partî tê de cih digirin îro civiya. Di serî de DEM Partî, nûnerên hemû partiyên siyasî xwestin ku pêşnûmeya DEM Partiyê yan jî pêşnûmeyeke hemû partî li ser lihev dikin were qebûlkirin. AKP-MHP’ê qebûl kirin ku divê di vê çarçoveyê de lêkolînek were kirin û paşvegav avêtin. Li ser vê yekê, hemû partiyan têkildarî mijarê pêşnûme dan Meclisê. Bi vê yekê re pêşnûmeya bi mebesta pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan dê li lijneyê were nîqaşkirin.    Bi qebûlkirina pêşnûmeyê re dê Komîsyona Lêkolînkirinê were avakirin. Lê belê nayê zanîn dê komîsyon çiqas demê bixebite û dê ji çend endaman pêk bê.    MA / Mehmet Aslan