Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan 2024-10-10 12:54:37   ŞIRNEX - Li Zaxo yê di encama wergerîna tankerê de qeza çêbû û ajokarên şirnexî Lezgîn Şîmşek û Murat Alkaş jiyana xwe ji dest dan.    Li hevrazê Dêrebînê ya li nêzî bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe tankereke ku foîl barkirî bû ji kontrolê derket û wergeriya. Piştî agahdarkirina bûyerê tîmên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku ajokar Lezgîn Şîmşek û Murat Alkaş ên di nava tankerê de asê mabûn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên Şîmşek û Alkaş ên ku ji navçeya Silopiya ya Şirnexê ne, piştî karûbarê otopsiyê dê li navçeyê bên veşartin.