Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin 2024-10-10 14:06:31   STENBOL - Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz di saetên serê sibehê de hate binçavkirin.    Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz îro di danê sibehê de li Stenbolê hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Cengîz nehate zanîn û li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar a li Fatîhê tê ragirtin. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.    NÇM’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: “Êrişên îktîdarê yên li dijî çand û hunera kurdî berdewam in. Îro di danê sibehê de hevalê me yê muzîkjen Engîn Cengîz bi hinceta îfadedayinê hate binçavkirin. Yên ku çand û hunera kurdî afirandin dê li dijî van êrişên we paşvegavê neavêjin. Muzîk û hunera kurdî bêdeng nabe.”