Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd 2024-10-10 15:25:47 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ji erêkirina cezayê hefsê yê ji wî re hatiye dayîn re bi gotinên “Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe der” ên Seyîd Riza ku di dema komkujiya Dêrsimê de pêşengî ji berxwedanê re kir bersiv da.  Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli hatibû birîn, erê kir. Mizrakli têkildarî vê biryarê ji hesaba xwe ya X’yê bi peyamek parve kir. Mizrakli, li dijî biryara erêkirinê bi gotina Seyît Riza yê ku di dema êrîşên Komkujiya Dêrsimê ya di sala 1938’an de pêşengî ji berxwedanê re kir bersiv da biryara erêkirinê. Peyama ku Mizrakli bi rêya parêzerê xwe parve kir, wiha ye: “Me di meşa xwe ya rûmet û mirovahiyê de gelek canên xwe winda kirin, di dadgehên pergalê de bûn şahidê bi deh hezaran bêhiqûqiyan û biryarên bêedalet. Vaye biryareke din a nû derketî ye. Weke ku kalikê min Seyît Riza gotiye ; ‘Min bi hîle û derewên we nekarî ev ji min re bû derd. Min jî li hemberî we serî netewand çok nedanî bila ev jî ji we re bibe derd.”   Onur ve insanlık yürüyüşümüzde nice canlarımızı yitirdik, rejimin mahkemelerinde onbinlerce hukuksuzluk, adaletsizlik belgesi kararlarına tanık olduk. İşte, yeni bir karar daha çıkmış. Dedem Seyit Rıza’nın da dediği gibi: "Ben sizin yalanlarınızla, iftiralarınızla baş… https://t.co/wupeOPfk2H pic.twitter.com/BLK721o0cs — Dr. Adnan Selçuk Mızraklı (@SelcukMizrakli) October 10, 2024