Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê 2024-10-10 15:39:51   STENBOL - Rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran a cezayê hefsê yê derbarê wê de hate pejirandin kete girtîgehê. Parazvanên mafên mirovan bertek nîşanî biryarê dan.    Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, bi hinceta pere ji girtiyan re şandiye di encama doza derbarê wê de hatiye vekirin 4 sal û 2 meh cezayê hefsê hate birîn. Piştî ku ev ceza hate pejirandin Onaran birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.    Piştî ku Onaran kete girtîgehê endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê li ber Girtîgeha Gebzeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku pankarta “Hatîce Onaran ne bi tenê ye” hate vekirin de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û bertek nîşanî girtina Onaran da.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DA   Keskîn, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Onaran hene, rapora wê ya ji sedî 79 astengdar e heye û got: “Hevala me Hatîce ji ber ku ji çend kesên girtî yên xizan re pere şand hate girtin. Bi hinceta qanûna fînansekirina terorê hate girtin. Bifikirin hûn bi nasnameya xwe pereyî dirazînî qaseya dewletê, ev çawa weke fînansmanê terorê tê nirxandin. Gelek biryarên beraetê yên di vê mijarê de hatine dayîn hene. Em bawer dikin ku ev biryar dê di demekî nêzîk de were guhertin. Em ê hevala xwe bi paş ve wergirin. Tevî vê yekê îro kete girtîgehê Ev biryar hem di hiqûqa navxweyî de hem jî di hiqûqa navnetewî de biryareke li dijî hiqûqê ye.”