Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn 2024-10-11 08:55:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 21 kes birîndar bûn.  Li gundê Cumhuriyetê yê navçeya Çayê ya Afyonê otobûseke rêwiyan wergeriya û 21 kes birîndar bûn. Li cihê qezayê komên tenduristiyê, AFAD, agirkujî û cendirmeyan hatin sewqkirin.    Welatiyên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajar.