‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’ 2024-10-11 09:02:21 WAN - Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran der barê windabûna Rojîn Kabaiş de axivî û got: “Têkildarî windabûna Kabaîş ji destpêkê ve xemsarî û guman hene. Rêvebirê wargehê xwe berpirsiyar nabîne, rektorê zanîngehê jî bi heman awayî tevdigere. Ev jina ciwan li cihê herî ‘bi ewle’ winda bû. Hûn ê vê yekê çawa rave bikin?” Ji xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwend, 14 roj in tu agahî nayê girtin. Hate tespîtkirin ku Kabaiş êvara 27'ê îlonê ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ku lê dima derketiye û çûye li qeraxa Gola Wanê ya di nava sînorên kampusê de ye. Piştî ku li ser qeraxê telefon, berguhk, av û keka Kabaîş hat dîtin, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, heta niha tenê şalpeya Kabaîş li qeraxê golê hat dîtin. Li aliyê din roj bi roj qetlîamên jinan li tevahiya welat zêde dibin û ev yek jî metirsiyên jinan ên ji bo Rojînê mezintir dikin.     ‘LI CIHÊ HERÎ ‘EWLE’ WINDA BÛ’   Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Ayten Kiran ku têkildarî zêdebûna qetlîamên jinan û windabûna Rojîn Kabaîş axivî û diyar kir ku ew weke Komîsyona Jinan a ÎHD'ê bûyerê dişopînin. Kiran anî ziman ku wan windakirina Kabaîş gelekî balkêş dîtine û diyar kir ku wan beriya niha di doza Gulistan Doku de jî ev rewş dîtin e. Kiran a ku windabûna Kabaîş weke biguman nirxand, wiha got: “Em dizanin ku ne mimkûn e di nava avê de winda bibe. Weke tê zanîn ku laşê mirovekê/î di nava 8 heta 10 rojan de derdikeve ser avê û heke wusa bûya dê jixwe heta niha hatiba dîtin. Em gelek caran çûn herêma ku lêgerîn lê tê kirin, lê me dît ku lêgerîn têrê nake. Ji destpêkê ve li ser windakirina Kabaiş xemsarî û guman hebûn. Rêvebirê wargehê xwe berpirsiyar nabîne, rektorê zanîngehê jî bi heman awayî tevdigere. Ev keçik li cîhê herî ‘bi ewle’ winda bû. Hûn ê vê yekê çawa rave bikin?”     ‘DIBE KU WEKE GULISTAN DOKÛ BIDIN JIBÎRIRIN’    Kiran da zanîn ku hêzên sîber ên polîsan dikarin di saniyeyek du saniyeyan de şîfreyên telefonan bişkînin û got ku sedema venekirina telefona Kabaiş jî qaşo “şîfreya qewîn e.” Kiran diyar kir ku divê polîs zanibin ku Rojîn herî dawî bi kê re axivî ye û çawa winda bûye û wiha got: “Hêvîdar im ku em cenazeyê Rojînê di bin kevirekî, li geliyekê an jî li çalekê de nebînin. Di golê de li Rojînê digerin û em hîn bûn ku rojek du roj berê kamerayên termal anîne, ma çima we ji roja ewil ve nedianî? Heke we di rojên pêşîn de ku ew roj xeternak in, kamerayên termal bikar anîbana, dibe ku niha rewşeke cuda hebûya. Hêza dewletê divê ji bo parastina gel be. Kî dizane, belkî piştî demekê ev jî wek Gulistan Doku bidin jibîrkirin.”   ‘HIKUMET DI POLÎTÎKAYÊN JINAN DE QELS E’   Kiran bi bîr xist ku li vir behsa Rojînê dikirin, lê herî dawî 2 jinên 19 salî ji aliyê zilamekî ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Jin dema derdikevin derve neçar nînin ku çep û rastê xwe kontrol bikin. Me berê jî dît û em ti caran bi ewqas qetlîamên jinan re rû bi rû nemabûn. Sedema vê jî kêmasiya polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî jinan e. Peymana Stenbolê ya parastina jinan hebû, lê bêyî hincet di şevekê de ji aliyê kesekî ve hat rakirin. Qanûna jimara 6284 îro tê nîqaşkirin, qanûnên ku jinan diparêzin tên nîqaşkirin. Nîqaşa qanûnên me hedê we ye? Hûn ji parastina welatiyên xwe berpirsyar in.”   ‘DI VAN 10 MEHAN DE 184 JIN BI AWAYÊN GUMAN MIRIN’    Kiran anî ziman ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê her sal qetlîamên li ser jinan zêde dibin û got ku di 10 mehên destpêkê yên îsal de 184 jinan bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Kiran anî ziman ku ev hejmar ji bo hikûmetê gelekî giran e û got: “Li dijî jinên ku li mafên xwe digerin, êrişeke sîstematîk tê kirin. Em weke jin nikarin werin cem hev û daxuyaniyekê jî bidin, em di nav sedan polîsan de dimînin. Hûn ji çi aciz in? Hilweşîna civakî ne tenê mijara polîtîkaya bêcezakirinê ye. Xerabûna civakî nefikirîna mirovan e. We dît ku kesên xwedî raman li dijî we derketin, we mêjiyê kesên difikirin gêj kir, girt û hin qedexe kir. Di encama vê yekê de we civakeke ‘li gorî xwe’ ava kir.”    ‘ÊDÎ BES E!’   Kiran anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina van tiştan divê desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên jinan di ber çavan re derbas bike û bi lezgînî bibe alîgirê Peymana Stenbolê. Kiran bi lêv kir ku divê qanûna 6284'an ji nîqaşan re neyê vekirin û polîtîkaya bêcezakirinê nayê qebûlkirin. Kiran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qetlîamên jinan me diêşîne û êdî em nikarin qetilkirina jinan qebûl bikin. Destên xwe ji ser jinan rakin. Yan me biparêzin yan jî paşve herin ku em xwe biparêzin. Êdî bes e!”   MA / Bazîd Evren