Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê 2024-10-11 12:44:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2024’an dane saziya Nihon Hidankyoyê ku nûnertiya qurbaniyên bombeyên nukleerî yên li Hîroşîma û Nagasakiyê yên Japonyayê dike û kampanyaya dijî nukleerê dimeşîne.    Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2024’an dan saziya rêxistina civaka sivîl Nihon Hidankyoyê ku ji hêla kesên di êrişa bombeya atomê yên li Hîroşîma û Nagasakî yên Japonyayê de rizgar bûbûn û bi navê “Hibakusha” tên naskirin ve hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xelat ji ber xebatên saziyên yên li dijî bikaranîna çekên nukleerî û afirandina wan hatiye dayin.    NIHON HIDANKYO ÇI YE?    Saziya Nihon Hidankyo ji bo zextê li hikûmeta Japonyayê bike da ku piştevaniya bi mexdûrên çekên kîmyewî zêdetir bike û ji bo tunekirina çekên kîmyewî yên cîhanê xebatên lobiyan bimeşîne. Di avakirina Nihon Hidankyoyê de mexdûrên êrişên bombeya atomê yên li Hîroşîma û Nagasakiyê cih girtin. Ev kes bi navê “Hibakusha” tên naskirin ku wateya vî navî yên weke “Kesên ji bombeyê rizgar bûn” û “Dûçarên radyoaktîvîteyê” hene.