Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin 2024-10-11 15:00:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajokarê ambûlansê Şeyhmûs Dûrsûn di sala 2015’an de li Elkê bi guleyên polîsan hatibû kuştin. Xwegihandina nûçe û parvekirinên têkildarî bûyerê hate astengkirin.    Ajokarê ambûlansê Şeyhmûs Dûrsûn di sala 2015’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê bi guleyên polîsan hate kuştin. Free Web Turkeyê xwegihandina nûçeyên têkildarî bûyerê asteng kir.    Bi biryara Dadgeha Sulh a Cezayê ya Sêrtê ya di 4’ê cotmehê de xwegihandina nûçeyên BîrGun, Cûmhûriyet û Dîkenê û parvekirina edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok hate astengkirin.