Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan 2024-10-11 15:08:24   STENBOL - Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz ku duh li Stenbolê hatibû binçavkirin, hat berdan. Cengîz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin û piştî dozgeriyê îfadeyên wî wergirt, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê jî piştî îfadeyan bi şertê kontrola edlî biryar da ku Cengîz were berdan.