Li Stenbolê 3 kes hatin girtin 2024-10-11 15:33:07   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbolê hate destpêkirin de 3 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbolê hate destpêkirin de di 7’ê cotmehê de li Amed û Stenbolê endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê Yûsûf Emînoglû jî di nav de 5 kes hatibûn binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatiye destpêkirin de 2 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 3 kesên ku Emînoglû jî di nav de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê 3 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” biryara girtinê wergirt.