ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-13 09:00:10 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser merhebakirina Bahçelî ya berê wiha gotibû: “Ez nabêjim wê lihevkirin, merhebakirin çênebe. Ger bi rastî jdil bin û çareseriyê bixwazin, dê di nava xwe de peymaneke civakî îmze bikin. Ew ê bi hev re li ser maseyê rûnên." * Jinan diyar kir ku sedema zêdebûna qetlîaman polîtîkayên “bêcezakirinê” ye û banga “Edaleta ku li vî welatî tune divê êdî pêk were" kirin.    * Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 10 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Şemsa Bagdû diyar kir ku heta faîlên hevjînê wê tên girtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.     * Lijneyên giştî yên Baroyan dê berdewam bikin. (10.00-17.30)   * Li Qada Stasyonê ya Amedê dê “Mitînga Azadiyê” were lidarxistin. (13.00) ZINDÎ   * Li Enqere û Îzmîrê welatiyên dixwestin beşdarî “Mitînga Azadiyê” bibin hatibûn astengkirin. Li her du bajaran dê daxuyanî bê dayin. (14.00)