Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye 2024-10-13 09:47:43 ENQERE - Bersiva daxwaznameya Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar hate dayin. Di bersivê de hate gotin ku li hezar û 93 kesan ketina Meclisê hatiye qedexekirin.  Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar di 9’ê îlonê de bi daxwaznameyekê serî li Serokatiya Çapemenî, Weşan û Pêwendiyên bi Gel re da û jê pirsî bê ka ketina çend kesan a Meclisê qedexe ye.    Di bersivê de hate diyarkirin ku ji 9’ê îlonê ve ketina hezar û 93 kesan a Meclisê qedexe ye.