Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin 2024-10-13 10:21:20   BURSA - Li navçeya Orhaneliyê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.    Li malekê û baxçeyê wê ya li devera Karandere ya Taxa Goynukbelen a navçeya Orhanelî ya Bursayê cenazeyên 3 kesên hatine kuştin hatin dîtin. Malbatên M. M. (73) û C. A. ku agahî ji xizmên xwe negirtin, çûn mala ku her du lê dijiyan. Li malê cenazeyên M. M. û C. A. dîtin. Her wiha li baxçeyê malê cenazeyê kesekê nasnameya wî nehate zelalkirin hate dîtin.    Bi agahdarkirinê re li cihê bûyerê gelek komên cendirmeyan hatin sewqkirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tespîtkirin ku her sê kes jî hatine kuştin. Gumanbarê bûyerê M. K. (16) jî ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.