Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin 2024-10-13 11:41:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokên nû yên baroyan dengdayîn dest pê kirin.  Lijneyên giştî yên baroyên Amed, Êlih, Mêrdîn û Enqereyê duh dest pê kirin. Di 68’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Enqereyê de dengdayîn dest pê kir. Lijneya giştî li Eywana Spor û Pêşengehan a Ataturkê dest pê kir û îro ji bo namzetan deng tên dayin. Dengdayîn saet di 09.00’ê de dest pê kir û dê heta 17.00’ê bidome.    23 hezar û 684 endamên baroyê hene û ji bo serokatiya baroyê 8 namzet ketine pêşbirkê. Serokê baroyê yê heyî MMûstafa Koroglû ji Koma Parêzeran a Çepa Demokratîk tev li hilbijartinê bû. Li ser navê Koma Parêzarên Hemdem û Azadîxwaz (OÇAV) Dogukan Tonguç Cankurt, li ser navê Koma Mafên Parêzeran Ebru Donmez, li ser navê Koma Parêzeran a Çepa Demokratîk a Sala Sedemîn Bulent Yuceturk, li ser navê Koma Parêzerên Neteweperest ên Tirk jî Hakan Erdem tev li hilbijartinê bû. Her wiha parêzer Îbrahîm Akin, Mehmet Zekî Kaplan û Ozgur Pîroglû jî ji bo serdema nû di pisûlayê de cih digirin.    BAROYÊN AMED, MÊRDÎN Û ÊLIHÊ   Tê payîn ku di 49’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Amedê de jî dengdayin dest pê bike. Ji bo serokatiya baroyê Abdulkadîr Guleç, Bariş Yavuz û Cengîz Baysal bûne namzet.    Di hilbijartinên Baroya Êlihê de Abdulhamît Çakan, Teyyar Ekmen, Jan Arîn Ari û Nûrî Mehmetoglû dê bikevin pêşbirkê.    Di 18’emîn ŞLijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Mêrdînê de jî dengdayin dest pê kir. Lijne, li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Zanîngeha Artukluyê tê lidarxistin. Di hilbijartinê de serokê baroyê yê heyî Îsmaîl Elîk û Ahmet Duyan, Hakan Gelerî û Medenî Ayhan weke namzet cih digirin.