Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan 2024-10-14 08:31:31   AMED - Ciwanan bi daxwaza azadiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.    Ciwanan li navçeya Rezan a Amedê bi daxwaza rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd meş li dar xistin. Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Nirxê me canê me Apo ye Serokê me” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar selav” , “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin. Ciwanên ku di nava kolanên taxê demekî dirêj meşa xwe domandin, meş bi çepik û tilîliyan bi dawî kirin.