Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin 2024-10-14 10:20:06   AMED - Welatiyên ku biryara “qedexeyê” nas nekirin û beşdarî mitînga “azadiyê bûn” wiha gotin: “Gelê kurd heta ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî bigire, wê dev ji berxwedana xwe bernede.”    Li Amedê bi hezaran kes tevî biryara “qedexeyê” û astengiyan jî beşdarî mitînga “Azadiyê” bûn. Xelk “qedexe” û bariyerên polîsan nas nekir û bi daxwaza azadiyê mitîng ango çalakî li dar xist û xelkê bi berxwedana xwe seranserî rojê her devera Amedê veguherand qada berxwedanê. Ji saetên serê sibehê heta saetên êvarê dirûşmeyên wek, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê li Amedê olan dan.    ‘EW AZAD NEBE, EM JÎ AZAD NABIN’    Seyfettîn Gunbatan ê ji navçeya Farqînê tev li mitîngê bû destnîşan kir ku daxwaza wan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û dawîanîna tecrîdê ye. Gunbatan diyar kir ku ew ji bo azadî, demokrasiyê û yekitiyê hatine mitîngê û wiha got: “Hûn dibînin polîs çi tînin serê xelkê. Her kes kirinên polîsan dibîne. Em dibêjin jiyanek bi mirovî ew zilmê li me dikin. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin û Abdullah Ocalan azad nebe, em jî azad nabin. Em bi têkoşînê dikarin bi ser bikevin. Lê heke em li malên xwe rakevin û bikevin xewa mirinê wê tu kes tiştekî nede me.”    Seyfettîn Gunbatan   ‘TÊKOŞÎNA ME JI BO AZADIYA OCALAN E’    Ferman Ayşîn ê ji navenda Amedê beşdarî mitîngê bû jî anî ziman ku dewlet dixwaze bi zextên polîsan kesek daxwaza xwe neyîne ziman û wiha got: “Dibêjin bila kurd neaxivin, meş û mitîngan li dar nexin. Daxwazên kurdan ji bo wan tine ye. Me xwest em bi daxwaza azadiya birêz Ocalan mitîngê li dar bixin. Lê li Amedê û bajarên din mirov hatin astengkirin. Ketin û derketina bajêr qedexe kirin. Ev sê çar saet in em di dorpêçê de ne.”    Ferman Ayşîn   Ayşîn têkildarî rewşa Abdullah Ocalan jî wiha got: “Divê bi birêz Ocalan re diyalogê bikin. Çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye. Hemû kurd û hemû dinya jî viya baş dizane. Ev 43 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Nahêlin ku parêzer û malbata wî biçin hevdîtinê. Wê ev gel heta agahî ji birêz Abdullah Ocalan bigire, berxwedana xwe bidomîne û dev jê bernede. Têkoşîna me ya azadiyê ji bo vê yekê ye. Daxwaza ewqas gel rakirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan e.”    ‘EM JI BI BIRÊZ OCALAN HATIN’    Aslihan Çîftçî ya ji navçeya Xelfetiya Rihayê beşdarî mitîngê bû jî got: “Em ji bo birêz Ocalan hatin Amedê. Divê heta ku tecrîd rabe em li ber xwe bidin û têbikoşin.”    Aslihan Çîftçî