Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye 2024-10-14 14:36:01   AMED - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku di cînayeta Narîn Guranê de hindik maye îdianame were amadekirin û daneyên girîng li ber destê wan hene.   Zaroka 8 salî Narîn Guran li gundê Çulî yê Amedê winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj piştre di rûbarê gund de hate dîtin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî cînayeta Guranê daxuyanî da. Tunç, diyar kir ku di lêpirsîna têkildarî bûyerê hindik maye ku îdianame were amadekirin û ev agahî parve kir: “Em gihiştin qonaxa dawî. Her tişt eşkere ye bê ka di wê malê de kî bi hev re ne. Bêguman di dosyayê de biryara nepeniyê heye lê dema îdianame derket holê dê kujerên Narînê jî eşkere bibin. Lê belê biryara vê em nadin, ev îdianame ye. Piştî îdianameyê dê daraz biryarê bide. Dixwazim bibêjim ku me daneyên girîng bi dest xistine.”