Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan 2024-10-14 15:36:41     ÎZMÎR - Li dibistaneke seretayî ya li navçeya Bayrakliyê zarokek a 8 salî ji hêla xebatkarê paqijiyê ve hate tacîzkirin. Tacîzkar bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Li dibistaneke seretayî ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê zarokeke keç a 8 salî hate tacîzkirin. Hat diyarkirin ku zarok ji hêla xebatkarê paqijiyê yê 18 salî D.T. ve hatiye tacîzkirin. Bi bihîstina bûyerê re malbatên zarokan hatin ber deriyê dibistanê û bertek nîşan dan. Xebatkarê paqijiyê li ser giliyê malbatan hate binçavkirin û piştre bi tevdîra kontrola edlî hate berdan. Piştî biryara berdanê, malbat dîsa hatin ber dibistanê û xwestin gumanbar bê girtin.    'EM DIXWAZIN BÊ GIRTIN’   Ji xizmên zarokê Yasemîn Çetîn wiha got: “Nêzî hefteyek berê karkerekî paqijiyê girtin kar. Çûye cem keça me û pê re peywendî daniye. Jê re gotiye ku hevaltiyê pê re bike. Em dixwazin ev kes bê girtin û pêvajoya darazî tavilê dest pê bike.”    Li gorî îdiayê, xebatkarê paqijiyê yê dibistanê D.T. ji hêla fîzîkî û devkî ve zaroka pola 3’yemîn tacîz kir. D.T., hesaba xwe ya medyaya dijîtal da zarokê û jê re got ku dê diyariyan û pereyan bide wê. Piştî ku xwendekarê rewş ji mamosteyê xwe re parve kirî, polîs ji rewşê hatin agahdarkirin. D.T. hate binçavkirin, sewqî Edliyeya Îzmîrê hate kirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan.