Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e 2024-10-14 16:47:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Îzmîr û Mêrsînê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) çalakiya xwe ya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê bi dawî kirin. Têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke girseyî hate dayin. Xizmên girtiyan, nûnerên gelek saziyan û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Na ji tecrîdê re” li xwe kirin û pankarta “Em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Na ji tecrîdê re ji girtiyan re azadî” û “Na ji şer re aştî a niha” hatin berzkirin.    ÇALAKÎ HATE BIDAWÎKIRIN   Hacay Yilmaz a DEM Partiyî di daxuyaniyê de diyar kir ku wan bi çalakiya “Deng bide azadiyê” re xwestin bibin dengê girtiyan û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Yilmaz, da zanîn ku girtîgehên li Tirkiyeyê êdî veguherîne malên mirinê û wiha domand: “Zîhniyeta 12’ê Îlonê hêj li girtîgehan didome. Bi hezaran girtî terkî mirinê hatine kirin. Darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehan derdikevin. Çendek roj berê me hevalê xwe Abdulkadîr Kuday winda kir. Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî hene. Polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirî û li tevahiya girtîgehan belav bûyî, dibe sedema mirinan. Em dixwazin tavilê tecrîd were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan. Em ê çalakiya xwe îro bi dawî bikin lê divê her kes bizane ku em ê her tim bibin dengê girtiyan. Heta ku girtîgeh tên rûxandin û hemû girtî azad dibin jî dê her tim bibin dengê girtiyan.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut jî bal kişand ser “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê û da zanîn ku tevî astengkirinan jî gelan her der veguherandine qada mitîngê. Karabulut, got ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Karabulut, wiha pê de çû: “Divê tavilê bi destê kurdan ê aştiyê were girtin û di serî de Îmrali, tecrîda li girtîgehan bê bidawîkirin. Ji bo tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û girtî bên berdan, em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.”    MÊRSÎN   Xizmên girtiyan ên li Mêrsînê jî çalakiya xwe ya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk domandin. Çalakî li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê hate lidarxistin. Xizmên girtiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.      Di çalakiyê de rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Mahkûm Geçer axivî û got ku dê aştî were vî welatî. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşat Aşan jî xwest ku îktîdar li gorî qanûnan tevbigere û tecrîdê rake. Aşan, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên tundiyê û şer çareser nabe û ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin jî divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Aşan, herî dawî jî xwest ku girtiyên nexweş bên berdan.    Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî xwest tecrîd bê rakirin û wiha got: “Heke tecrîd were rakirin em tevek dê azad bibin. Dê aştî jî were, em aştiyê dixwazin. Tecrîdê rakin.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.