Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’ 2024-10-15 14:31:02 ŞIRNEX -Dayikên Aştiyê, li navçeya Silopiyayê di çalakiya "em şer naxwazin, a niha aştî" de hatim cem hev.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” daxuyaniyê didin. Daxuyanî, li devereke nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê tê dayin. Ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan û Zeynep Oduncu û gelek kesên din jî tev li çalakiya dayikan bûn.    Leşkeran êrişî dayikên ku li çepikan xistin û lîrandin kir.    Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û gelek dayik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.