Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin 2024-10-15 16:12:23   ÎZMÎR - Xebatkarê paqijiyê yê bi navê D.T. ku li navçeya Bayrakliyê xwendekarek tacîz kiribû, li ser berteka malbatan jinûve hate binçavkirin û girtin.    Li dibistaneke seretayî ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê zarokeke keç a 8 salî hate tacîzkirin. Hat diyarkirin ku zarok ji hêla xebatkarê paqijiyê yê 18 salî D.T. ve hatiye tacîzkirin. Bi bihîstina bûyerê re malbatên zarokan hatin ber deriyê dibistanê û bertek nîşan dan. Xebatkarê paqijiyê li ser giliyê malbatan hatibû binçavkirin û pişt re bi tevdîra kontrola edlî hatibû berdan. Li ser berteka malbatan D.T. jinûve hate binçavkirin.    Bûyera ku di 10’ê cotmehê de li dibistana seretayî ya li Taxa Mansûroglû pêk hat, xebatkarê paqijiyê yê dibistanê D.T. bi awayekî devkî û fizîkî tacîza zayendî li E.Ş.’yê kir. Piştî ku xwendekarê rewş ji mamosteyê xwe re got, D.T. di 12’ê cotmehê de hate binçavkirin. D.T. yê gumanbar piştî karûbarên wî yên li qereqola polîsan duh sewqî edliyeyê hate kirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan.    HATE GIRTIN    Li ser bihistîna bûyerê malbat li ber deriyê dibistanê kom bûn û bertek nîşanî berdana D.T. dan. Li ser berteka malbatan bi îtîraza dozgeriyê D.T. jinûve hate binçavkirin. D.T. yê piştî karûbarên midûriyeta polîsan îro dîsa sewqî edliyeyê hate kirin bi sûcdariya “îstîsmara zayendî li zarok hatiye kirin” hate girtin.